Agirbest hat dirêjkirin, dorpêç û krîza mirovî dewam dikin

Piştî dirêjkirina dema agirbestê li hemû eniyên kantona Cizîrê û bajarê Kobanê bêdengî bihişyarî heye. Li aliyekî din seferberiya giştî berdewam dike û krîza mirovî ya li Kobanî û kanton Cizîrê xirabtir dibe.

Agirbest hat dirêjkirin, dorpêç û krîza mirovî dewam dikin
Agirbest hat dirêjkirin, dorpêç û krîza mirovî dewam dikin
Agirbest hat dirêjkirin, dorpêç û krîza mirovî dewam dikin
Agirbest hat dirêjkirin, dorpêç û krîza mirovî dewam dikin
Agirbest hat dirêjkirin, dorpêç û krîza mirovî dewam dikin
Agirbest hat dirêjkirin, dorpêç û krîza mirovî dewam dikin
25 ÇILE, 2026   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (24 Çile) agirbsta di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bo 15 rojan hate dirêjkirin. Ji dema dirêjkirina agirbestê ti binpêkirinên agirbestê nehatine kirin.

Tevî agirbestê, bajarê Kobanê di bin dorpêçek dijwar de ye. Ji kêmbûna pêdiviyên bingehîn ên wekî nan, derman û şîrê zaroan, her wiha qutbûna tevahî sotemenî, elektrîk û avê, krîza mirovî li bajêr girantir dibe.

Bi deh hezaran malbatên koçber ên ji deverên cûda, bi taybet ji Efrîn, Şehba, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Şedadê, hatine kantona Cizîrê. Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo peydkirina pêdiviyên wan, hejmara mezin a mirovên koçber hişt ku komîteyên alîkariyê bangên lezgîn ji bo piştgiriya pêwîst bikin.

Di heman demê de, gelê Rojava bi avakirina komîteyên parastinê li tax, gund, bajarok û bajaran, piştgiriya QSD YPJ’ê, parastina xwe xurt dike.

Xelkê ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her weha hin kesên li Ewropayê, berê xwe didin Rojava da ku piştgiriyê bidin berxwedanê û tevlî seferberiya giştî ya ku vê dawiyê hatiye ragihandin bibin.

Kurdên li Ewropayê çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava didomînin, di heman demê de komek ciwan amadekariyê dikin ku werin Rojava û tevlî seferberiya giştî bibin.

Tevî dirêjkirina agirbestê jî, xeterî hîn jî heye, ji ber ku hikûmeta demkî agirbestên berê binpê kirin. Ji ber vê yekê sazî û partiyên Rojava banga bilindkirina têkoşînê û xurtkirina hevgirtinê li Kurdistan û Ewropayê kirin.

(k)