Ji bo ku erdê xwe vegerîne 300 hezar dolar jê xwestin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di berdêla vegerandina mal û milkên malbateke efrînî de, 300 hezar dolar fidiye xwestine.

Ji bo ku erdê xwe vegerîne 300 hezar dolar jê xwestin
9 hezîran, 2024   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên nêzî malbata Axa ya li Efrînê ragihandin ku çeteyên "Ceyş El Şerqiye" yên dewleta Tirk a dagirker di berdîla vegerandina erdê malbata Cahîd Axa ku desteser kirine de, 300 hezar dolar ji malbatê dixwazin. 

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan ji sala 2018’an ve dest danîne ser erdê malbata Axa yê li nêzî gundê Robariya yê başûr rojavayê Efrînê û nahêlin malbat vegerîne yan jî sûdê jê bigire.

(şx)