Di êrişa Îsraîlê de endamekî Hizbullah hate kuştin

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku endamekî wê di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de endamekî Hizbullah hate kuştin
9 hezîran, 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah a Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa Îsraîlê de endamekî wê yê bi navê Elî Xelîl Hemed (36) ê ji bajarokê Eytrûn ê başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Hizbullah diyar kir ku wê baregeha Îsraîlê ya li devera Remsa ya li herêma girên Keferşûna ya li ser sînor, bi moşekan bombebaran kiriye.

(şx)