Li Reqayê pêşangeha berhemên jinên kampa Holê

Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser ên tevlêkirina li nava civakê de, 25 jinên kantona Reqayê yên ku ji kampa Holê vegeriyane, berhemên xwe pêşkêş kirin.

9 hezîran, 2024   16:56
REQA

Bi diruşma ˊVedigerin jiyanêˊ li bajarê Reqayê pêşangeheke destkariyê ji bo jinên ji kampa Holê vegeriyane hat lidarxistin.

Li gorî çavdêran, pêşangeh ji aliyê Navenda Alîkariya Civakî ya Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Reqayê ve hat lidarxistin. Armanc ji pêşangehê ew e ku jinên ji kampa Holê vegeriyane werin perwerdekirin û tev li nava civakê bibin.

Pêşangeh rojane 4 saetan tê vekirin, saet ji 10'ê sibê de dest pê dike. Pêşangeh wê 3 rojan dewam bike.

Di pêşangehê de 25 jinên ku li Navenda Alîakriya Civakî ya Reqayê hatine perwerdekirin, beşdar bûn. Wan berhemên xwe yên destkariyê yên ku li navendê çêkirine pêşkêş kirin. Ew jî "xemilandina cawan, rêsandina cilûbergan, mast, penêr, kûz û pasteyan."

Di roja 2'yemîn de bi dehan şêniyên bajêr bi taybetî jin serdana pêşangehê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema vekirina Navenda Alîkariya Civakî ve gelek perwerdeyên pîşeyî û fikrî ji bo malbatên ku ji kampa Holê vegeriyane, hatin vekirin. Heta niha jî 149 jin beşdarî wan perwerdeyan bûne. Tê de çêkirina berhemên destkariyê û xwarinê fêr dibin. Li aliyê fikrî jî semînerên li ser mafên jinan û çalakiyên perwerdekirinê, tên dayîn.

Ji dawiya 2019'an ve Rêveberiya Xweser kesên dixwazin ji kampê derkevin û vegerin herêmên xwe, derdixe. Herî dawî jî malbatên ji Dêrazorê di destpêka Hezîranê de ji kampê derxistin.

(mh)

ANHA