Ji ber şerê Pakistan û Efganistanê nêzî 118 hezar kes koçber bûn

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber şerê li ser sînorê Pakistan û Efganistanê derdora 118 hezar kes koçber bûne.

Ji ber şerê Pakistan û Efganistanê nêzî 118 hezar kes koçber bûn
6 adar, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama şerê li ser sînorê Pakistan û Efganistanê de derdora 115 hezar kes ji Efganistanê û 3 hezar kes ji Pakistanê koçber bûne.

Komîserê bilind ê kar û barên koçber û penaberan ê NY'yê bi daxuyaniyekê anî ziman ku bi hezaran şêniyên Pakistan û Efganistanê ji ber şerê di navbera wan de yê li ser sînor, koçber bûne û hîna ewlehiya her du dewletan di xetereyê de ye.

Ji 26'ê Sibata îsal ve piştî Kabûlê êriş bire ser sînor û Îslamabadê bi êrişên hewayî bersiv da, Pakistan "şerekî vekirî" li dijî desthilata Talîbanê ragihand. Pakistan desthilata Talîbanê tawanbar dike ku çekdarên ku di nav axa Pakistanê de êrişan dikin dihewîne, lê Kabûl van tawannan red dike.

(np)