Şeva din gelek cihên başûrê kurdistanê û Iraqê hatin bombebarankirin

Duh bi şev gelek deverên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dron û mûşekan hatin bombebarankirin. Di encamê de qurbanî û ziyanek mezin çêbûn.

Şeva din gelek cihên başûrê kurdistanê û Iraqê hatin bombebarankirin
6 adar, 2026   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 28’ê Sibatê de di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de destpê kir, her diçe li herêm berfirehtir û dijwartir dibe. Herêma Kurdistanê û Iraq jî para xwe ji ziyanên vî şerî girtine. Ji destpêka şer ve bi hinceta baregehên Amerîka yên li nav Herêm û Iraqê, her wiha hêzên çekdar ên nêzî Îranê yên li Iraqê, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê têne bombebarankirin. Duh bi şev jî êriş berdewam bûn.

2 WELATÎ BİRÎNDAR BÛN

Li gorî agahiyên Rojnews’ê duh şev carek din sînorê çiyayê Korek hate bombebarankirin. Di nava vê heftiyê de ev cara sêyeme êrişî çiyayê Korek tê kirin.

Her wiha duh derengiya şevê dronek xwekuj li taxa Westa Receb a ser bi îdareya Soranê ket xwarê. di encamê de du welatî birîndar bûn.

Duh şev gundên Kewertê ya ser bi bajarokê Çoman û gundê Dergele ya ser bi navçeya Wertê jî hatin bombebarankirin.

Her wiha bîrên petrolê yên Çemanke yê nêzî gundê Geverkê, li quntarên Çiyayê Gare li sînorê Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê, hatin bombebarankirin. Piştî êrişê, şîrketa petrolê ya Amerîka HKN Energy ku li Herêma Kurdistanê kar dike, biryar da ku hemû çalakiyên xwe yên li herêmê rawestîne.

Li gorî ajansa Rojnewsê şîrketê ji bo parastina jiyana karmendên xwe û ewlehiya alavên xwe yên teknîkî qad vala kir û hilberîna petrolê rawestand.

Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku duh şev dronek dema di navbera parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê de hewl dida saziyekê hedef bigire, hate xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku saet 22:10’an dema ku dronek hewl dida saziyeke di navbera parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê de hedef bigire, hate xistin. Tîmên taybet gihiştin cihê bûyerê û dron bi zanistî hate desteserkirin û ti zirar çênebû.

Her wiha duh bi şev gote gotên ku balafireke şer a Amerîkayê li parêzgeha Besrayê ketiye xwarê belav bûn. Fermandariya polîsan daxuyaniyek belav kir.

Fermandariyê bêyî ku sedema qezayê diyar bike, ragihand ku tîmên polîsan li pey pîlotê balafirê digerin.

BAREGEHÊN ÎRANÊ YÊN SER SÎNOR HATİN HEDEF GİRTİN

Duh şev yek ji otêlên li navenda Bahreynê ji aliyê Îranê ve hate hedef girtin.

Her wiha balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê duh bi şev baregehên Îranê yên li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nêzî Pîranşarê, bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên Rojnewsê di encama bombebaranê de qurbanî çêbûn û ziyanek mezin gihişte baregehan.

Hêjayî gotinêye ku Berdevkê Hêzên Çekdar ên Xatem-ul-Enbîya Îbrahîm Zulfexarî Îranê di çarçoveya Operasyona ‘Soza Rastîn’ de zêdetirî 2 hezar dronan û 600 mûşek avêtine baregehên Amerîka û Îsraîlê.