Îranê bang li NY’ê kir

Nûnerê Herdemî yê Îranê yê NY’ê ragihand ku êrişên Amerîka-Îsraîlê yên li ser Îranê bi zanebûn navçeyên sivîl hedef digirin û got: “Emê hemû tedbîran bigirin ji bo parastina xwe bikin.”

Îranê bang li NY’ê kir
6 adar, 2026   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Herdemî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd têkildarî şerê Îranê li gel Îsraîl-Amerîkayê û mafê parastina xwe, di civîna Encûmena Neteweyên Yekbûyî de axivî.

Emîr Seîdî ragihand ku êrişên Amerîka-Îsraîlê yên li ser Îranê bi zanebûn navçeyên sivîlan hedef digirin û got: “Li gorî rapora Komeleya Heyva Sor a Îranê, hejmara qurbaniyên sivîl gihîştiye hezar û 332 kesan ku di nav wan de jin û zarok jî hene. Bê guman êrişa li ser Îranê, li ser aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî gefeke bêhempa ye. Îran dê parastina xwe berdewam bike, ji ber ku ev mafê wê yê rewa ye.”

Di dewamê de Emîr Seîd diyar kir ku Îran dê hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina serweriya gelê we û yekparçeyiya axa xwe bigire û bang li hemû welatên endam ên berpirsiyar ên NY’yê kir ku ji bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî gavan bavêjin.

Şerê ku di 28’ê Sibatê de di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de destpê kir, her diçe li herêm berfirehtir û dijwartir dibe. Amerîka û Îsraîl bi biryarin ku hêza atomî û mûşekan ya Îranê bi dawî bikin.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî got ku Îran li hemberî operasyona bejahî ya muhtemel a DYE’yê amade ye. Erakçî diyar kir ku şerekî bi vî rengî ‘wê ji bo her du aliyan jî bibe felaket’ û da zanîn ku ew daxwaza agirbestê nakin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî  ji NBC’yê re axivî û got ku ger DYE bi bejahî Îranê dagir bike, hêzên Îranê amade ne ku bersivê bidin leşkerên Emerîkayê.

Ebas Erakçî  got: “Em baş dizanin ku em ê bikaribin wan û ev yek wê ji bo wan bibe felaketeke mezin.”

Ebas Erakçî  diyar kir ku Serokê DYE’yê Donald Trump di mijara ‘bicihkirina leşkeran’ de peyamên li hev nagirin, dide û têkildarî şer û pevçûnên ku berdewam dikin jî got ku di vî şerî de wê tu kes bi ser nekeve.

Erakçî piştre anî ziman ku Îranê daxwaza agirbestê nekiriye û wan di mijara hevdîtinên li gel Washingtonê de bi tecrûbeyeke neyînî re rû bi rû mane û got: “Tişta rast ev e ku di mijara hevdîtina li gel DYE’yê de tecrûbeyeke me ya erênî tune ye. Bi taybetî jî li gel vê rêveberiyê. Sala borî û îsal me du caran hevdîtin pêk anî û di dema hevdîtinan de êrîşî me kirin.”

Her wiha Erakçî diyar kir ku wê ji aliyê Meclîsa Pisporan ve were diyarkirin ku bê ka kî were li şûna serokê olî Xamaneyî û got: “Ev bi temamî meseleya gelê Îranê ye û tu kes nikare destwerdanê bike.”