Meclisa Girê Spî êrişên li ser herêmê şermezar kirin

Meclisa Girê Spî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî li hember êrişan şermezar kir.

Meclisa Girê Spî êrişên li ser herêmê şermezar kirin
14 ÇILE, 2024   12:40
EYN ÎSA

Balafireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker navendên xizmetguzariyê û bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsayê bombebaran kir. 

Têkildarî mijarê Meclisa Girê Spî daxuyaniyek da ku hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girê Spî Sabrî Temo bi beşdariya hevserokatiya meclisê û karmendên komîteyên wê, xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li idjî navendên xizmetguzariyê ku rasterast bandor li jiyana welatiyan dike û bêdengiya navneteweyî li hember êrişan nemaze ku li dijî bendeke kontrolê ya li nêzî baregeha Rûsyayê bû, şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku her çiqas êrişên dewleta Tirk zêde bibin, israra wan li ser berxwedanê û girêdana bi axê zêdetir dibe.

(şx)

ANHA