Ji ber dorpêçê û êrişan tenê 100 lître mazot tê belavkirin

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jêderên enerjiyê yên herêmê, meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo her malbatekê tenê 100 lître mazot da.

Ji ber dorpêçê û êrişan tenê 100 lître mazot tê belavkirin
Ji ber dorpêçê û êrişan tenê 100 lître mazot tê belavkirin
Ji ber dorpêçê û êrişan tenê 100 lître mazot tê belavkirin
Ji ber dorpêçê û êrişan tenê 100 lître mazot tê belavkirin
Ji ber dorpêçê û êrişan tenê 100 lître mazot tê belavkirin
2 mijdar, 2023   15:12
HELEB
MIHEMED EBDO

Dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Li aliyê din di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên xizmetê de gelek stasyonên petrolê zirar dîtin. Lê ruxmî van şert û mercên zehmet ên ku herêm tê re derbas dibe, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rêya komîteyên xwe dest bi belavkirina mazotê kir. Ji bo her malbatekê 100 lître mazot tê dayîn.

Komîteya Sotemeniyê bi hevkariya komînan, bi rêya sehrîcan mazotê belav dikin. Mekanîzmeya belavkirina mazotê ji 3 aliyan ve tê meşandin (Kolana Şehd Cengîz, Kolana Şehîd Gelhat û Kolana Şehd Rûbar Qamişlo).

Cîgirê meclisê Arîn Henan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wan li gorî hêza xwe hewl daye mazotê peyda bikin, lê belê ji ber dorpêçê û bombebarankirina jêderên enerjiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîqdareke kêm (tenê 100 lître ji bo her malbatekê) hatiye peydakirin.

Arîn got ku heta belavkirina 100 lître mazot li ser hemû malbatan bi dawî nebe, ew nikarin biryar bidin eger dê mazot li ser pêvajoyeke din were belavkirin yan na.

100 lître mazot bi nirxê 55 hezar lîreyên Sûriyeyê tê belavkirin (her lîtreyek bi 550 lîreyên Sûriyeyê ye). Ev nirx li gorî nirxa mazotê li sûka reş (her lîtreyek mazota germkirinê bi 17 hezar lîreyên Sûriyeyê) pir baş e.

Arîn hêvî kir ku gelê her du taxan bi meclisê re hevkar bin heta vê rewşa zehmet derbas dikin. Her wiha soz da ku ew ê ji bo pêşwazîkirina tevahî pêdiviyên gel li gorî derfetên xwe bixebitin.

Komîteyên berpirsên belavkirina mazotê ji bo bidawîkirian xebatên belavkirinê demek diyar nekir, lê belê destnîşan kirin ku heta armanca xwe pêk tînin ew ê rojane xebatên belavkirinê bidomînin.

(fr/c)

ANHA