Li bejahiya Helebê 3 kes birîndar bûn

Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî bejahiyên Helebê de 3 kes birîndar bûn. Balafirên şer ên Rûsyayê jî bejahiya Hemayê, Idlib û Lazîqiyê bombebaran kir.

Li bejahiya Helebê 3 kes birîndar bûn
2 mijdar, 2023   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê bendên kontrolê yên derdora Kefer Teal a dikeve nava herêma ′bêçek′ topbaran kirin, di encamê de 3 kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.

Li aliyekî din çeteyên ′El Fetih El Mûbîn′ nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Hakora yê Hemayê topbaran kirin. Li gorî agahiyan, di topbaranê de birîndar çêbûne.

Balafirên şer ên Rûsyayê jî bi 2 moşekan gundê Sermaniyê yê Sehil El Xab û Diwêr El Ekrad li bakurê Lazîqiyê ku li eniyên şer ên navbera çeteyan û hêzên Şamê de ne, hedef girtin. Balafiran gundê Hilobe yê başûrê Idlibê jî bombebaran kir. Lê tu agahiyên têkildarî kuştî û birîndaran nehatin parevekirin.

(c)