Jena-Chritophe Sellin: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Ji Partiya Çep a Fransayê Jean-Cristhope Sellin destnîşan kir ku piştî banga Rêber Apo divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û got: Rêber Apo divê ji girtîgehê bê derxistin û bi rengekî çalak di pêvajoya çareseriya siyasî de bi rola xwe rabe.

Jena-Chritophe Sellin: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin
17 nîsan, 2025   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel dewamkirina êrîşan, têkildarî banga Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo aştî û çareseriyê ti gav nehatiye avêtin. Ji Partiya Çep a Fransayê Jean-Christophe Sellin li ser van mijarê ji ANF'ê re axivî. Sellin anî ziman ku piştî banga Rêber Apo divê dewleta Tirk gavê biavêje, hêzên navneteweyî jî dest ji krîmînalîzekirina PKK'ê berdin û PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin.

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE Û TEVLÎ ÇARESERIYA SIYASÎ BIBE'

Sellin bi bîr xist ku DAÎŞ bi saya PKK, YPG û YPJ'ê hate têkbirin û got, "Her wiha meseleya me ya yekane ne ew e ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Di heman demê de divê Abdullah Ocalan jî ji girtîgehê derkeve û weke mînaka Nelson Mandela ya beriya 30 salan tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bibe."

Sellin got, "Di serî de rejîma Erdogan rejîmên li Rojhilata Navîn xwe dispêrin dîktatoriyê" û destnîşan kir ku jehrkuja van rejîman jî demokrasî ye.

'RÊVEBERIYA XWESER BI HIKUMETA SÛRIYEYÊ YA DEMKÎ RE PEYMANEKE AQILANE ÎMZE KIR'

Sellin destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn çar dînamîkên girîng hene û got, "Ya yekemîn PKK û Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurd a li dora wê ye. Ya duyemîn, tecrûbeya xweseriya demokratîk a li Rojava ye. Vê hêzê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peymaneke gelekî aqilane îmze kir. Ya sêyemîn alternatîfa demokratîk a li Tirkiyeyê ya li dora DEM Partiyê ye. Ev avanî jî niha di çarçoveya şoreşa gel de ku bi milyonan mirov bi baldarî dişopînin, dikare tevkariyê li pêvajoya çareseriya siyasî bike. Dînamîka çaremîn jî tevgera jinê ya li Îranê ye. Vê jî dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Kurdan pejirandiye."

Jean-Christopher Sellin li ser çareseriyê ev nirxandin kir: "Ev çar an jî pênc qad bi hev re dema hate nirxandin, her wiha mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan, tecrûbeya demokratîk, femînîst û ekolojîk û azadiya Ocalan pêk were, ev yek wê were wateya 'konfederalîzma demokratîk' ku pirsgirêkên me hemûyan çareser bike."