Ji Fîgen Yuksekdag bo Sirri Sureyya Onder peyam

Fîgen Yuksekdag ji bo Sirri Sureyya Onder ku tedawiya wî didome got: “Ez bawerim ku dê bi hezkirin, piştevanî û duayan dîsa baş bibe û vegere ser peywira xwe ya vê pêvajoya dîrokî.” 

Ji Fîgen Yuksekdag bo Sirri Sureyya Onder peyam
17 nîsan, 2025   08:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku piştî emeliyata 12 saetan domiyayî li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin, peyamek şand. 

 Peyama Fîgen Yuksekdag a li ser hesaba wê ya medyaya dijîtal hatiye parvekirin wiha ye: “Bi xemgîniyeke mezin min bihîst ku Sirri Sureyya Onder nexweş bûye û rewşa wî krîtîk e. Ji dil û can bawer dikim ku dê di demekî herî kin de dîsa bi wî rûyê xwe biken û dilê xwe yê ji bo aştiya gelan lê dide dîsa vegere nav me. Ez bawerim ku dê bi hezkirin, piştevanî û duayan dîsa baş bibe û vegere ser peywira xwe ya vê pêvajoya dîrokî. Dilê me bi te re ye...”