Îsraîlê talîmatên amadebûna herî zêde dan

Piştî danûstandinên li Îslamabadê yên têkildarî şerê li Îranê têk çûn, Ragihandina Îsraîlê bi bîr xist ku Tel Avîvê ferman daye hêzên xwe ku derbasî rewşa amadebaşiya herî zêde bibin.

Îsraîlê talîmatên amadebûna herî zêde dan
12 nîsan, 2026   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke rojnameya Îsraîlî "Yediot Aharonot", serfermandarê artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr ji ber têkçûyîna dîplomasiyê ya di navbera Washington û Tehranê de talîmat daye hêzan ku bikeve rewşa "amadebeşiya tavilê".

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî da zanîn ku artêşa dest bi "tedîrên şerê birêxistinkirî" kiriye ku ew asta xebata leşkerî ya bilez e ku balê dikişîne ser amadekariyên beriya êrişên mezin.

Rojnameyê destnîşan kir ku di çarçoveya van tedbîran de talîmat hatin dayîn ku di hemû yekîneyan de amadebeşiya bilind were parastin, , zû bersiv were dayîn û valahiyên pratîkî werin temamkirin.

Ev talîmatên bilindkirina amadebeşiyê bo radeya bilind ji bo amadekariya îhtîmala jinûve rûbirûbûna şerê bi Îranê re dest pê bike, ne.

(fr)