Îsraîlê kontrola xwe li Şerîda Xezayê berfireh kir

Şêniyên Şerîda Xezayê diyar kir ku hemwextî êrişên balafirên Îsraîlê li ser Şerîda Xezayê hêzên Îsraîlê rûbera di bin kontrola xwe de berfireh kiriye.

Îsraîlê kontrola xwe li Şerîda Xezayê berfireh kir
8 hezîran, 2026   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Beşa Tenduristiyê li Xezayê diyar kir ku di 2 êrişên asîmanî yên Îsraîlê de di nav de zarokeke 4 filistînî hatin kuştin. Di heman demê de şêniyan got artêşa Îsraîlê herêma di bin kontrola xwe de berfirehiya kiriye.

Hemwextî axaftinên navbeynkarên Qahîreyê ku ew hewldanên rizgarkirina agirbestê dikin ev agahî hatin dayîn.

Îsraîl û Tevgera Hemasê bi domdarî hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin. Rayedarên di beşa tenduristiyê ya Xezayê de anî ziman ku di êrişên asîmanî yên Îsraîlê de ji dema agirbest ketiye miryetê ve zêdetirî 950 filistînî hatine kuştin û Îsraîl jî dibêje 4 leşkerên wê bi destê çekdaran hatine kuştin.

Hîna hêzên Îsraîlê zêdetirî ji sedî 60 Şerîda Xezayê kontrol dike û fermanê dide şêniyan ku vala bikin.

(fr)