Pêşeroja herêmên Hesekê di navbera Peymana 29'ê Çileyê û rêkûpêkên nû de

Di nava nîqaşên ku li ser pêşeroja hin herêmên Hesekê zêde dibin de, pirsên girîng derdikevin pêş ku gelo rêkûpêkên ku tên pêşniyarkirin bi Peymana 29'ê Çileyê re lihev tên yan na, an jî wan nîşaneya rêbazek nû ne ku armanca wê ji nû ve şekildana rastiya îdarî û siyasî ya herêmê ye

Pêşeroja herêmên Hesekê di navbera Peymana 29'ê Çileyê û rêkûpêkên nû de
9 hezîran, 2026   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Piştî peymana ku di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, bi navbeynkariya DYA û Fransayê hat îmzekirin, pêvajoya "entegrasyona demokratîk" di navbera Şam û Rêveriya Xweser de bi fermî dest pê kir. Ev pêvajo ku di 2’yê Sibatê de bi bandor ket meriyetê, tevî 5 mehên ku derbas bûne jî hêdî hêdî bi pêş ket û bêbaweriya di navbera her du aliyan de, tengezariyên siyasî û astengiyên saziyan karakterê bingehîn ê dan û standinan pêk tînin.

Lê têkilî bi tevahî nerawestiyane û dan û standin li ser mijaran berdewam dikin. Lê belê hin kiryarên dawîn ên hikumeta demkî nîqaşên nû derxistin holê. Bi taybet, pêşniyarên der barê avaniya îdarî ya parêzgeha Hesekê de, bikaranîna têgeha "herêmên erebî", nîqaşek nû der barê endezyariya siyasî û demografîk a herêmê de derxist holê.

PEYMANA 29’Ê ÇILEYÊ Û REWŞA HERÊMÊN KURDÎ

Yek ji xalên sereke yên peymanê parastina avaniya îdarî û civakî ya herêmên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Li gorî vê peymanê, entegrasyona QSD’ê û saziyên Rêveberiya Xweser di nav avaniya dewleta Sûriyeyê de bi rêya modeleke "entegrasyona demokratîk" dihat pêşbînîkirin.

Yek ji xalên herî krîtîk ên di peymanê de statuya parêzgeha Hesekê bû. Li gorî peymanê, ev herêm dê avaniya xwe ya sazûmanî bi nasnameya xwe ya herêmî ya Kurd biparêze; avaniya îdarî, aborî û civakî ya heyî ya herêma Cîzrê dê rasterast neyê guherandin. Wekî din, pênasekirina Efrîn û Kobanî wek avaniyên îdarî yên girêdayî Helebê û Girê Spî jî wek ên girêdayî Reqayê hate diyarkirin.

Parêzgeha Hesekê gelek navçe û bajarokan dihewîne, wekî Serêkaniyê, Qamîşlo, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Til Temir, Şedadê, Til Koçer û yên din. Kombûna zêde ya nifûsa Ereb bi taybetî li niştecihên wekî Şedadê, Til Birak, Til Hemîs û Til Koçer tê dîtin. Lê ev niştecih ji aliyê dîrokî ve wek beşeke avaniya îdarî ya Hesekê têne hesibandin.

GOTINA ‘HERÊMÊN EREBÎ’ Û NÎQAŞÊN NÛ YÊN ÎDARÎ

Gotina "herêmên erebî" ku di mehên dawî de ji hêla hin derdoran di rêveberiya hikumeta demkî de anîna ziman, nîqaşên li ser îhtîmala dayîna statuya îdarî ya cuda ji hin navçeyên di nav Hesekê de xurt kiriye.

Ev nêzîkatî bûye sedema îdiayên ku niştecihbûnên wekî Şedadê, Til Birak, Til Hemîs û Til Koçerê dikarin wekî "herêmên erebî" bi xêzeke îdarî ya cuda ve werin girêdan. Vê rewşê fikaran derxistiye holê ku avaniya herêmî ya yekgirtî ya ku di peymana 29ê Çile de tê pêşbînîkirin dikare perçe bibe.

Nerazîbûn li ser wê ramanê ne ku ev nêzîkatî ne tenê rêkeftinek îdarî ye; ew di heman demê de dikare bibe destpêka pêvajoyek ku yekparçeyiya erdnîgarî û siyasî ya herêmên Kurdî qels dike. Ji ber vê yekê, ev nîqaş wekî mijarek stratejîk ji sererastkirina sînorê teknîkî wêdetir tê dîtin.

GELO SIYASETA "KEMBERA EREB" VEGERIYAYE ROJEVÊ?

Ev nîqaş di heman demê de bi siyaseta "Kembera Ereb" a ku di demên berê de di dema rejîma Baasê de hatibû bicîh kirin ve girêdayî ne. Ev polîtîka, ku di salên 1960an de hate bicîhanîn, avakirina kemberekê li ser sînorê bakurê Sûriyeyê dihewîne. Li ser sînor, wargehên Ereban li deverên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye hatin avakirin, ku ev yek avaniya demografîk bi giranî guherand.

Axaftinên heyî ya li ser "herêmên Ereb" ji hêla hin kesan ve wekî guhertinek nûjenkirî ya vê polîtîkayê tê dîtin. Tê gotin ku dabeşkirinên îdarî yên potansiyel, nemaze li beşên bakur û rojhilatê Hesekê, dikarin yekîtiya herêmî ya Kurdan qels bikin.

Di vê çarçoveyê de, nîqaş ne tenê bi xetên sînor ve sînordar e; ew di heman demê de wekî mijarek krîtîk di warê temsîliyeta siyasî, hevsengiya civakî û modela rêveberiya pêşerojê li heremên Kurdî de jî derdikeve pêş.

TAYÎNKIRINA ZIYAD EL AYÎŞ Û GIRÊDANA DÊRAZORÊ

Yek ji pêşketinên berbiçav di vê pêvajoyê de, tayînkirina Ziyad el-Ayîş, nûnerê taybet ê ku bi şopandina peymana 29ê Çile ve hatibû erkdarkirin, wekî parêzgarê Dêrazorê bû.

Tê zanîn ku El-Ayîş, ku bi têkiliyên xwe yên bi eşîrên Ereb re tê nasîn, i avahiyên eşîrî, nemaze li rojhilatê Sûriyeyê, têkiliyên nêzîk ava kiriye. Ji ber vê yekê, tayînkirina wî wekî guhertinek îdarî ya hêsan nayê dîtin.

Li gorî hin nirxandinan, ev gav îhtîmala ku deverên Ereb-niştecî yên Hesekê di pêşerojê de bi xêzek îdarî ya cuda ya ku navenda wê Dêrazorê ye ve werin girêdan xurt dike. Ev nîqaşên "Kembera Ereb" vedigerîne pêş.

NÎQAŞA PARÊZGARIYA HESEKÊ Û ŞEDADÊ

Civînên dawîn ên ku ji hêla tîmê Serokkomariya Demkî ya Suriye ve li Şedadiyê bi nûnerên eşîran, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û gelek civînên din ên cur be cur re hatine lidarxistin jî bal dikşîne. Beşdarbûna berpirsên siyasî di van civînan de nîşan da ku pêvajo ne tenê şêwirmendiyek herêmî ye. Avakirina têkiliyek rasterast bi hikumeta navendî li Şedadiyê pirsên li ser "avakirina navendeke îdarî ya alternatîf" derxistiye holê.

Her çend di derbarê veguhestina desthilatan ji bo Waliyê Hesekê de daxuyaniyek fermî tune be jî, ev têkiliyên li ser erdê şîroveyên ku pêvajoya entegrasyonê dibe ku veguhere modelek nû ya hevrêziya îdarî xurt dikin.

PÊVAJO DI NAVBERA ENTEGRASYON Û PÊŞBIRKA HERÊMÎ DE ASÊ MAYE

Ev hemû pêşketin nîşan didin ku pêvajoya "entegrasyona demokratîk", ku bi peymana 29ê Çile ve hatiye destpêkirin, hem pêşve diçe û hem jî bi aloziyên cidî yên avahîsaziyê re rû bi rû ye.

Her çend armanca entegrasyona saziyî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de berdewam bike jî, nîqaşa li ser "herêmên Ereb" û hewldanên ji bo ji nû ve rêxistinkirina îdarî bingeha siyasî ya pêvajoyê qels dike.

Gotin, nemaze yên li ser parêzgeha Hesekê, ne tenê mijara sînorên îdarî ne; ew ji bo avaniya siyasî ya pêşerojê ya Kurdên Suriye, statuya herêmî ya Kurdan û modela ji nû ve avakirina Sûriyeyê bûne mijarek diyarker.