Îsraîlê hişyariya valakirina gundên başûrê Lubnanê da

Artêşa Îsraîlê careke din hişyariyeke bilez da şêniyên 6 gundên başûrê Lubnanê û bang li wan kir ku malên xwe tavilê vala bikin.

Îsraîlê hişyariya valakirina gundên başûrê Lubnanê da
4 gulan, 2026   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, îro, di posteke xwe ya li ser platforma Xˊê de bang li niştecihên bajarokên Nebetiya Fûqa, Meyfadûn, Qelawiye, Burc Qelawiye, Mecadil û Serîfa kir ku ji malên xwe derkevin, herî kêm 1000 metre ber bi deverên vekirî ve dûr bikevin.

Adraee hişyarî li ser mayîna nêzîkî cihên Hizbullah da ku jiyana we dikeve xeteriyê û diyar kir ku ev yek di çarçoveya "binpêkirina agirbestê ji hêla Hizbullahê ve" pêk tê û wê artêş bersivên tund li dijî armancên girêdayî Hizbullahê bide.

(fr)