Almaz Romî: Heta niha 300 malbat hatine qeydkirin

Li Kobanê heya niha 300 malbatên Kurd ji bo mafê welatîbûnê xwe qeyd kiriye. Pêvajoya tomarkirinê dewam dike.

Almaz Romî: Heta niha 300 malbat hatine qeydkirin
Almaz Romî: Heta niha 300 malbat hatine qeydkirin
Almaz Romî: Heta niha 300 malbat hatine qeydkirin
Almaz Romî: Heta niha 300 malbat hatine qeydkirin
Almaz Romî: Heta niha 300 malbat hatine qeydkirin
Almaz Romî: Heta niha 300 malbat hatine qeydkirin
5 gulan, 2026   06:55
SARYA ŞÊXO
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê pêvajoya tomarkirina Kurdên bênasname dewam dike. Şaredara bajarê Kobanê Almaz Romî der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Almaz Romî bi bîr xist ku di serdema rejîma Baasê de hejmareke mezin a Kurdan bê nasname hatibûn hiştin û got: "Kurdên bênasname gelek astengî didîtin. Nedikarîn xwendina xwe temam bikin û mal û milkên xwe li ser navê xwe qeyd bikin. Kesên bênasname nayê wê wateyê ku ew ne ji xelkê Sûriyeyê ne, lê ew bi xwe sûriyeyî ne, lê bê nasname hatine hiştin. Her kesê li Sûriyeyê dijî mafê xwe yê nasnameyê jî heye. Lê piştî ku sîstema Baasê hat hilweşandin, biryar hat dayîn ku nasnameyê bidin Kurdên bênasname. Li ser vê yekê navendên tomarkirinê hatin vekirin û serlêdanan dest pê kir.”

TOMARKIRIN BERDEWAM E

Almazê anî ziman ku zêdetirî mehekê di ser pêvajoya tomarkirinê re derbas bûye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Çi kesên ku bê nasname ne, dikarin werin serlêdana şaredariyê bikin, da ku navên xwe tomar bikin. Heta niha 300 malbatan navên xwe tomar kiriye û heta niha tomarkirin berdewam e."

Di serdema rejîma Baasê de bi hezaran Kurdên li Sûriyeyê ji mafê welatîbûnê bê par hatibûn hiştin. Kurdên ku ne welatiyên Sûriyeyê bûn bi navê "biyanî" an jî "mektûm" dihatin pênasekirin. Ji mafên xwe yên sivîl hatibûn mehrûmkirin. Garantîkirina mafên gelê Kurdan û naskirina hebûna wan yek ji bendên Peymana 29`ê Çileyê ya navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de  bû. Di vê çarçoveyê de welatîbûn ji bo Kurdên ku biyanî dihatin naskirin, hat dayîn û navendên qeydkirina welatîbûnê hatin vekirin.

(bb)

ANHA