Li Humsê destgîrkirin, tirsandin û standina fidyeyê

Hêzên hikumeta veguhêz ku di rojên dawîn de gelek kes destgîr kirin, beramberî serbestberdana wan daxwaza fidyeyê ji malbatên wan dikin.

Li Humsê destgîrkirin, tirsandin û standina fidyeyê
13 mijdar, 2025   12:34
HUMS

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 2 rojên dawîn de operasyonên serdegirtin û destgîrkirinê li gundewarên rojhilatê Humsê pêk anîn.

Operasyona serdegirtinê berbanga roja sêşemê dest pê kir û 2 rojan li du hev dewam kir. Di encamê de ji Mexrem, Senkerî û Hirakiyê 21 kes hatin destgîrkirin.

Li gorî şêniyên bajarokan, ciwanên wan bi tawan û îdiayên nerast hatin destgîrkirin û got armanc tirsandina şêniyan e.

Nûçegihanên me diyar kir ku hin malbatan zêdetirî 700 hezar lîre daye hêzên hikumetê û zarokên xwe xelas kirin.

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz bi awayekî hovane bi ser malan de girtiye û tirs di nava şêniyan de çêkir. Çavkaniyan destnîşan kir ku hin malbat ji ber tirsa girtinê reviyan û şeva xwe li çolan borand.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, berpirsê van girtin û kiryaran kesê bi navê Ebû Udey e û got koma wî bi şantajkirina şêniyan tê naskirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku Ebû Udey destekê ji kesên bi navê Ebû Mariya, Ebû Cafer El Betar û Ebû El Hecac werdigire. Her wiha diyar kir ku van kesan jiyana rojane ya niştecihan veguherandiye kabûseke domdar, ji ber ku bêyî standina pereyan nahêlin tu kes karekî aborî bike.

(bb)