‘Bi hevgirtinê dê planên li dijî Rêveberiya Xweser têk biçin’

Ciwanên endamên partiyên siyasî diyar kir ku dê bi hevgirtina xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û porojeya Rêveberiya Xweser bi pêş bixin.

‘Bi hevgirtinê dê planên li dijî Rêveberiya Xweser têk biçin’
20 sibat, 2024   04:28
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Ciwanên li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê yên di nava partiyên siyasî de cih digirin, der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nêrînên xwe parve kirin.

Endamê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya navçeya Tirbespiyê Ehmed El Elî got bi hevgirtina hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb û Suryan) dê li hember êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û projeya neteweya demokratîk bi pêş bixin.

Ehmed El Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmê dixwaze vîna gelên herêmê bişikîne û got: "Lê gel bi yekitiya xwe û hevgirtina hemû pêkhateyan rê li pêşiya van êrişan girt.”

Ehmed El Elî bang li tevahî pêkhateyan kir ku xwedî li projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derkevin û li dijî êrişên dagirkeriyê têkoşîn û berxwedanê xurttir bikin.

‘EM DEV JI WELATÊ XWE BERNADIN’

Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Tirbespiyê Vînda Mehmûd bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk a faşîst armanc dike ku gel koçber bike. Lê wek jin em peyama xwe dighênin dewleta Tirk a dagirker em ê bi berxwedanî û lehengî li pêş van planên qirêj rawestin û em dev ji welatê xwe bernadin."

Vînda Mehmûd bal kişand ser yekitiya pêkhateyên herêmê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Heke tevahî gelê herêmê destek nedabe hev wê ne karîba li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin, ji ber ku Kurd, Ereb, Suryan bi hev re li ber xwe didin û dê li hember êrişan têkoşîna xwe xurtir bikin.”

Endamê Heyet El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî) Reed El Seran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî hemû pêkhateyên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dike. Reed El Seran got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hedefkirina bineszaiya herêmên me, dixwaze guhertina demografîk pêk bîne. Lê em wek ciwan û endamên partiyan li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker in ku dixwaze Osmaniya nû ava bike. Em ê planên wê yên qirêjî pûç bikin."

‘ARMANCA ME PÊŞXISTINA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E’

Reed El Seran destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk projeya biratiya gelan ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Yek ji armancên sereke ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hevgirtina hemû pêkhateyan e. Em wek partiya Heyet El Weteniye El Erebiya bi hemû imkanên xwe vê projeyê bi ser bixin.”

ANHA