Îsraîl rêya Beyrût-Şam bombebaran kir: 1 kuştî

Di êrişa Îsraîlê de li ser rêya Beyrût-Şam kesek hat kuştin.

Îsraîl rêya Beyrût-Şam bombebaran kir: 1 kuştî
16 nîsan, 2026   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA), artêşa Îsraîlê îro li ser rêya Dihur El Beyder Beyrût –Şam erebeyek bombebaran kir. 

Hat diyarkirin ku êriş bi drone hatiye kirin, di encamê de kesek hat kuştin û rêya hat girtin.

(bb)