Nûçegihanê Kanal 8’ê hate revandin

Kanal 8’ê ragihand ku nûçegihanê wê Eyûb Wertî li Hewlêrê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve hatiye revandin.

Nûçegihanê Kanal 8’ê hate revandin
16 nîsan, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Kanal 8’ê bi daxuyaniyekê de ragihand ku li bajarê Hewlêrê nûçegihanê wan Eyûb Wertî ji aliyê hêzeke ewlehiyê ve hatiye revandin.

Hate diyarkirin ku Eyûb Wertî di dema komkirina zanyariyên li ser mijara jîngeha parzûngehên bajêr de hatiye revandin.

Kanal 8’ê diyar kir ku ‘hêza ku Eyûb Wertî revandiye ser bi PDK’ê ve ye’ û heta niha aqûbeta nûçegihan û cihê girtina wî ne diyar e.