Îranê bersiva xwe ya li ser pêşniyara Amerîkayê pêşkêş kir

Îranê bersiva xwe ya fermî bi rêya navbeynkaran ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer pêşkêş kiriye, li benda helwesta Washingtonê ye.

Îranê bersiva xwe ya li ser pêşniyara Amerîkayê pêşkêş kir
26 adar, 2026   18:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîm a Îranê îro, Îranê bi rêya navbeynkaran bersiva xwe ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer pêşkêş kiriye û li benda bersivê ye.

Ajansa Tasnîmê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî diyar kir ku Îranê bersiv da plana Amerîkayê ya ji 15 bendan pêk tê û duh bi awayekî fermî bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiribû û li benda bersiva aliyê din e.

2 rayedarên Pakistanî îro ji AFPˊê re daxuyandibûn ku Îslamabadê pêşniyara Amerîkayê ji Tehranê re şandiye.

(fr)