Îran: Washingtonê bersiva pêşniyarên me da, em bersivê dinirxînin

Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku DYAˊyê bi rêya navbeynkarê Pakistanî bersiva pêşniyarên wê daye, ew jî bersivê dinirxînin.

Îran: Washingtonê bersiva pêşniyarên me da, em bersivê dinirxînin
3 gulan, 2026   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rêya Pakistanê bersiva pêşniyara wê ya 14 xalî daye û ew bersivê ji nû ve dinirxîne.

Ragihandina dewleta Îranê ku agahiyên xwe dispêre berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da zanîn ku "Danûstandinên nukleerî di vê qonaxê de nîn in."

duh, ragihandina Îranî hûrgiliyên pêşniyara 14 xalî ya ku Îranê ji bo bidawîanîna şer pêşkêşî DYAˊyê kiribû aşkera kirin.

Ajansa Tasnîmê ya Îranê diyar kir ku pêşniyar ji 14 xalan pêk tê, banga bidawîanîna daîmî ya "dijminatiyê" û vekişîna tevahî ya hêzên Amerîkayî ji herêmê dike.

Tasnîmê destnîşan kir ku pêşniyar bi rêya navbeynkarên Pakistanî wekî bersivek ji pêşniyareke Amerîkî ya 9 xalî hatiye pêşkêşkirin.

Tasnîm da zanîn ku her çend pêşniyara Washingtonê agirbestek du-mehî dixwaze jî, Tehran ji bo çareserkirina pirsgirêkên sereke zextê li ser bernameyek 30-rojî dike û israr dike ku danûstandin li ser "dawîanîna şer" bisekinin ne li ser agirbestek demkî.

(ac/fr)