NYˊyê şandina alîkariyan bi rêya Tirkiyeyê bo Sûriyeyê rawestand

NY'yê piştî 11 salan alîkariyên mirovî yên ku bi rêya sînorê Tirkiyeyê dişandin Sûriyeyê, rawestand.

NYˊyê şandina alîkariyan bi rêya Tirkiyeyê bo Sûriyeyê rawestand
3 gulan, 2026   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Kordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku piştî 11 salan alîkariyên mirovî yên ku bi rêya sînorê Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê dihatin şandin hatin rawestandin.

Ofîsê di postekê de li ser hesabê xwe yê platforma X'ê diyar kir ku van alîkariyên ku bi rêya zêdetirî 65 hezar kamyonan bo Sûriyeyê hatine şandin jiyana bi milyonan welatiyan rizgar bikira.

OCHA destnîşan kir ku qonaxa bê wê li ser "pêşveçûnê" be, bi balkişandina ser hevkarî, hesabpirsîn û zêdekirina bandora mirovî.

Di destpêka Nîsanê de, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY Tom Fletcher diyar kir ku nêzîkî 16 milyon kes li Sûriyeyê hîn jî hewceyî alîkariya mirovî ne.

(ac/fr)

ANHA