Îran: Me keştiyek şer ya Amerîkayê hedef girt

Şêwirmendê leşkerî yê Mucteba Xamneyî, Muhsin Rezayî eşkere kir ku keştiyek şer ya Amerîkayê dema ku ji deryaya Umanê derbasî nava Kendava Fars bû, bi mûşekan hat hedefgirtin û ziyanek mezin gihandine keştiyê.

Îran: Me keştiyek şer ya Amerîkayê hedef girt
18 gulan, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê leşkerî yê Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xamneyî, Muhsin Rezayî di derbarê hedefgirtina keştiyek şer ya Amerîkayê de daxuyaniyek da.

Muhsin Rezayî ragihand yek ji wan sê keştiyên şer yên Amerîkayê ku ji Deryaya Umanê derbasî nav Kendava Fars bibûn, bi mûşekan hat hedefgirtin û ziyanek mezin bi keştiyê gihandine.

Her wiha Muhsin Rezayî gef li hêzên Amerîkayê xwar û got: “Beriya ku Deryaya Umanê bibe goristana keştiyên şer yên Amerîkayê, em ji wan re dibêjin ku paşde bikişin. Tengava Hurmizê ji bo hatûçona navdewletî vekiriye, lê bi ti rengî em rê nadin bibe cihê leşkerkêşan û çêkirina nearamiyê.”