Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin

Yekitiya Ragihandina Jinan paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de dozen girîng ên têkildarî roja jinên rojnamevan di guhertina civakê de hatin nîqaşkirin.

Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
Li ser ˊrola jinên rojnamevan di guhertina civakê deˊ panelek hat lidarxistin
10 adar, 2024   22:31
QAMIŞLO

Di panelê de bi dehan jinên rojnamevan ên çapemeniya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Yekitiya Ragihandina Jinan beşdar bûn. Panel bi navê "Rola jinên rojnamevan û nûçegihan di guhertina civakê de" li Parka Xwendinê ya Qamişlo li dar ket.

Di serî de rêvebera panelê rojnamevan Ronahî Şêxî bixêrhatina beşdaran kir.

Destpêkê sînevîzyonek li ser Yekitiya Ragihandina Jinan, armancên wê û têkoşîna jinan di ragihandinê de di nava şoreşa Rojava de hat pêşandan.

Piştre mijara yekemîn a panelê ya bi navê "rola jinan di ragihandina azad de û girîngiya rêxistinkirina wê di vê qadê de" ji aliyê rojnamevan û endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jinan Nalîn Dîcle ve hat pêşkêşkirin.

Nalîn Dîcle li ser mîrasa şehîd Gurbetlî Alî Arsuz di têkoşîna xwe de hiştiye axivî û got: "Şehîd Gurbetlî kevirê bingehîn ji me, jinên nûçegihan û rojnamevan re danî."

Nalîn Dîcle wiha domand: "Em li ser bingeha demokratîk a jîngehî û li ser bingeha azadiya jinan dixebitin. Bi rêya têkoşîna xwe ya ragihandinî em hewl didin li hember hişmendiya baviksalarî tê bikoşin û civakê biguherînin. Ev jî dihêle em ji çapemeniyên din ên ku rojnamevanan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin, cuda bin."

Piştre, beşdaran nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Rojnamevan Arîn Siwêd teqezî bi girîngiya panelê û beşdarbûna rojnamevanan da û got: "Ev çalakî girîng in. Pêwîst e bi rêya wan em bigihîjin hemû rojnamevanên herêmê."

Di mijara duyemîn de ya bi navê "Rola jinên rojnamevan û nûçegihan di têkbirina hişmendiya baviksalarî û pêkanîna şoreşê de" rojnamevan Bêrîvan Xelîl wiha axivî: "Gelek sedem hene ku bandor li kesayeta jinan kir. Wek pergala baviksalarî ku hişt jin bê bawerî bimînin."

Bêrîvan Xelîl bal kişand ser çapemeniya ku li gorî fikrê baviksalarî dimeşin û rola wan di paşguhkirina jinan de.

Di mijara duyemîn de rojnamevan Meryem Temir teqezî bi girîngiya panelê û xwegihandina li hemû jinên rojnamevan da û hêvî kir ku ev çalakî bi awayekî mezintir bidomin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû:

Domandina xebatê ji bo gihîştina nêrîneke yekbûyî der barê doza jinan û rêxistinkirina wan nava yekitiyê de.

Lidarxistina panelên diyalogê û balkişandina ser zehmetiyên li pêşiya jinên rojnamevan.

Lidarxistina perwerdeyan ji bo rojnamevanan ji aliyê yekitiyê ve.

(mh)