Hunermend Elî Mensûr di çilrojiya wî de bi bîr anîn 

Tevgera Çand û Hunerê ya Cizîrê hunermend Elî Mensûr di çilrojiya wî de bi bîr anî.

20 gulan, 2026   15:16
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê ya Cizîrê (TEV-ÇAND) bi boneya çilrojiya hunermend Elî Mensûr li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya bajarê Amûde merasîmek li dar xist. 

Malbata hunermend Elî Mensûr, şêniyên Amûde, endamên saziyên sivîl û meclisan, endamên Tevgera Çand û Hunerê di merasîmê de amade bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûde Mihemed Ehmed axivî û wiha got: “Em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîd Elî Mensûr ji hunermendên destpêkê yên ku tev li têkoşînê bûn. Di şoreşa Rojava de bi salan li kêleka şervanan têkoşiya. Bi amûrên xwe yên mûzîkî li hemberî dijmin û polîtîkayên wan têkoşîn kir. Her wiha ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn kir. Em ê her tim rêça şehîd Elî Mensûr û hemû şehîdan bişopînin.”

Endamê Tevgera Çand û Hunerê Baran Dilbehar jî axivî û wiha got: “Hunermend şehîd Elî Mensûr ji malbatekî welatparêz û kedkar bû. Di astekî herî bilind de xebatên hunerê birêve birin. Di şoreşê de jî gelekî xebitî. Ji bo hunerê mîreteyek ava kir û di xebatên wî de nûbûn û pêşketin hebû. Di dilê me de şopekî mezin hişt û em ê her tim rêça wî bişopînin.”

Di merasîmê de li ser jiyana hunermend Elî Mensûr sînevîzyon pêşkêş kirin û hunermend Dilara Elî Mensûr û hunermend Sefqan Orkêş awaz gotin. Di dawiya merasîmê de gul danîn ser gora hunermend Elî Mensûr.

(np)

ANHA