Li gundewarên Şamê kesek hat kuştin

Li gundewarên Şamê di gulebarana çekdarên nenas de kesek hat kuştin.

Li gundewarên Şamê kesek hat kuştin
20 gulan, 2026   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR'ê li taxa Qudseya ya Şamê di gulebarana çekdarên nenas de kesekî bavê 3 zarokan hat kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku çekdarên nenas gule li mêrekî reşandin û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Agahiyên der barê sedemên êrişê û kesên li pey wê de nehatine aşkerakirin.

Li gorî daneyên SOHR'ê, ji destpêka îsal ve li Sûriyeyê 173 sûcên bi vî rengî hatine kirin, di encamê de 203 kes hatine kuştin.

(bb)