HRW û Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê banga rawestandina darvekirinan kirin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ji bo rawestandina darvekirinên li Îranê bang kirin û xwestin, girtî bêne berdan.

HRW û Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê banga rawestandina darvekirinan kirin
5 nîsan, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) û Tora Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê derbarê metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî û rewşa welatiyên hatine binçavkirin, daxuyanî belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtiyên siyasî bi metirsiyek dualî re rû bi rû mane, ji aliyekê ve metirsiya êrişên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê, ji aliyê din ve jî binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan ji aliyê rayedarên Îranê ve ku darvekirinên komî an jî neqanûnî û veşartî digire nav xwe.

Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê demê de (dema şer de) neh girtiyên siyasî bi sûcê ‘çekdarî û serhildanê’ hatine darvekirin û egera zêdebûna hejmara darvekirina girtiyên siyasî heye.

Li gorî daxuyaniyê desthilata Îranê ne amadene di rewşa şer de girtiyan azad bikin, heta pêla girtinên komî û kêfî yên çalakvan û welatiyan dijwartir kiriye, bi hezaran girtî di rewşekê de ne ku derfeta wan a xweparastinê nîne, stargehek ewle ji wan re nehatiye dabînkirin û li ber tundiya navxweyî û êrişên derve ne û heta hinek girtîgeh ber bombebaranan ketine.

Her wiha hat ragihandin ku pirsgirêkên herî sereke yên girtiyan kêmkirina para xwarinê, daketina qelîteya xizmetguzariyan, nebûna derman û çavdêriya bijîşkî û sînordarkirina peywendiya bi malbatên wan re ne.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li Îranê bikin da ku demildest girtiyên siyasî û kesên bi kêfî hatine binçavkirin azad bike û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.