HRW: Piştî hilbijartinan pergala zordest a li Tirkiyeyê xurttir bû

HRW`ê diyar kir ku encamên hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê yên Tirkiyeyê, pergala zordest a li welêt xurttir kir ku destgîrkirina rojnamevanan didomîne. Her wiha îşaret bi raporên têkildarî mijûlbûna dermirovî a bi penaberên di kampan de kir.

HRW: Piştî hilbijartinan pergala zordest a li Tirkiyeyê xurttir bû
18 ÇILE, 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe ya têkildarî maf û azadiyan a li Tirkiyeyê de diyar kir ku ji nû ve hilbijartina Recep Tayyîp Erdogan di Gulana 2023`yan de, encamên hilbijartinên parlamentoyê hişt ku pergala zordest a li Tirkiyeyê xurttir bibe ku muxalîfên siyasî û yên desthilata wî rexne dikin, ceza dike û dezgehên çapemeniyê û dadgehan kontrol dike.

Rêxistinê diyar kir ku kontrola hikumeta Erdogan li ser piraniya dezgehên şapemeniyê, roleke mezin di hilbijartinan de lîst. Ji ber wê şandeya navneteweyî ya ji bo çavdêriya hilbijartinan, bi serkêşiya Rêxistina Ewlehiyê û Hevkariyê ya Ewropayê û Meclisa Ewropayê çavdêriya hilbijartinan îşaret pê kir ku di hilbijartinan de hevpeymaniya desthilatdar "avantajeke nerewa û şopandineke çapemeniyê ya alîgir" bi dest xist.

Rêxistinê da zanîn ku kanalên girêdayî partiya desthilatdar a li Tirkiyeyê (AKP), propagandaya desthilatê û namzetên wê kir, qeydên berdewam li ser azadiya kombûnê û avakirina komeleyan û ravekirinê, nehişt gelek siyasetmedar, partiyên muxalefetê, civaka sivîl, dezgehên çapemeniyên yên serbixe tev li hilbijartinan bibin.

Rêxistinê bal kişand ser binpêkirinên li ser rojnamevanan û da zanîn ku rojnamevan li gorî qanûna “têkoşîna li dijî terorê” tên darizandin ku piraniya wan Kurd in.

Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku ji 2016`an ve têkildarî îdiayên îşkencekirinê û dan û standina nebaş yên di girtîgehan de lêpirsîn û lêkolîn nayê kirin.

Rêxistinê bal kişand ser raporên domdar ên têkildarî dan û standina dermirovî û qerebalixa di kampên penaberan de û diyar kir ku belge hene ku leşkerên Tirk gule li penaberan reşandine.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî derqanûnî mêran û hin ciwanan koçberî bakurê Sûriyeyê dike û belgeyên vegera dilxwazî pê dide îmzekirin. Ruxmî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2022`yan û Dadgeha Destûrî di Gulana 2023`yan de vegerandina bi zorê wek binpêkirina mafên mirovan bi nav kiriye.

Her wiha rêxistinê cih da êrişên dewleta Tirk ên di Cotmehê de li dijî binesaziyê, qutkirina avê û kehrebeyê ji ser bi milyonan kesî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li gorî rêxistinê, dewleta Tirk dagirkirina herêmên bakurê Sûriyeyê didomîne ku “wekîlên wê yên sûriyeyî” mafên sivîlan binpê dikin.

Li gorî raporê bandora dewleta Tirk di guherîna avhewayê de jî heye. Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk hewldanên kêmkirina asta xebitandina stasyonên enerjiyê yên bi komirê paşguh dike û rêjeya derxistina komirê zêdetir dike.

(şx)