Etiyopya: Em ji lihevkirina bi Somalîlandê re venagerin

Rayedarên Etiyopyayê da zanîn ku lihevkirina bi Somalîlandê re îmze kiriye, stratejîk e û jê venagerin.

Etiyopya: Em ji lihevkirina bi Somalîlandê re venagerin
18 ÇILE, 2024   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Somaliyê ragihand ku heke Etiyopya lihevkirina bi Somalîlandê re betal neke, bi wê re li hev nayê.

Wezareta Karên Derve ya Somaliyê bi daxuyaniyekê ragihand ku heke Etiyopya ji “lihevkirina derqanûnî” venekişe û teqeziyê bi serdestî û yekitiya Somaliyê neke, bi wê re li hev nayê.

Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê jî ragihand ku lihevkirina wan a bi Somalîlandê re stratejîk e, ji ber ku xwe digihînin Deryaya Sor û jê venagere.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê di civîneke çapemeniyê ya li Addîs Ababayê de daxuyaniya Komkara Erebî ya têkildarî lihevkirina bi Somalîlandê re rexne kir û got: "Nabe rêya ber bi Deryayê Sor ve li ber zêdetirî 150 milyon kesî bê girtin."

(şx)