Li Humsê çeteyên DAIŞ`ê û koma Fatimiyan bi hev ketin

Di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî nuqteyên leşkerî yên koma Fatimiyan a li rojhilatê Humsê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Humsê çeteyên DAIŞ`ê û koma Fatimiyan bi hev ketin
18 ÇILE, 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên DAIŞ`ê û koma Fatimiyan a alîgirê Îranê bi hev ketin, piştî ku çeteyan êrişî noqteyên Fatimiyan ên li nêzî balafirgeha berê ya Palmîrayê û başûrê zeviya Arak a li rojhilatê Humsê kir.

SOHR`ê aşkera kir ku di encamê de 3 çeteyên DAIŞ`ê, yek ji koma Fatimiyan hatine kuştin û yekî din ê koma Fatimiyan birîndar bûye. Dûre çeteyên DAIŞ`ê ber bi çolistana Sûriyeyê ve vekişîn.

Di heman çarçoveyê de, hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê sewqiyatên leşkerî yên mezin ji Dêrazorê ber bi nuqteyên leşkerî yên li herêmên Palmîra û Sexne yên li rojhilatê Humsê, her wiha Dîfa El Watanî sewqiyatên leşkerî ku ji 25 erebeyên leşkerî pêk tê, şandin herêmê.

(şx)