Hizbullahê 9 navendên artêşa Îsraîlê topbaran kirin

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku 9 navendên artêşa Îsraîlê kirine hedef. Her wiha balafirên Îsraîlê jî 16 navend li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Hizbullahê 9 navendên artêşa Îsraîlê topbaran kirin
10 adar, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku duh navenda El Bexdadî ya li rojhilatê başûrê Lubnanê, kombûneke artêşa Îsraîlê li nêzî keleha Honîn û yên li çiyayê Nezir, girê Kerntîna û Riwêse El Qerin, bi giştî 9 navendên artêşa Îsraîlê topbaran kirine.

Di 150 rojan de Hizbullahê hezar û 162 êriş kirine.

Artêşa Îsraîlê jî 16 navend li rojhilat û rojavayê başûrê Lubnanê bombeberan kirin; aliyê rojhilatê bajarokê Meyse El Cebel, El Wezanî, Belîde, Xirbet Selem, Îtrûn, Marûn El Ras, çiyayê El Bat, Kefra, Barûn Îta El Şeib, li rojavayê başûrê Lubnanê jî bajarokê Lebûne, Mecdelzûn û Dahîra.

4 KES HATIN KUŞTIN

Çavkaniyan li başûrê Lubnanê got: "Balafirên Îsraîlê malek li bajarokê Xirbet Selem bombebaran kiriye û di encamê de 4 kes hatine kuştin."

Heman çavkaniyan diyar kir ku mala ku hatiye hedefgirtin, a malbata Cafer Elî Mercê ye ku tevî hevjîn û 2 kurên xwe hatine kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne.

(şx)