Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye

Dirûşma Newroza îsal ku starta wê di 15’ê Adarê de li navçeya Depê ya Xarpêtê tê dayîn weke “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat eşkerekirin.

Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
10 adar, 2024   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Newrozê îsal dê 57 jê navend bi giştî bi sedan cihan bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên Newrozê dê di 15’ê Adarê de li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê bê dayîn. Dirûşma Newrozê ya ku dê deklarasyona wê îro li Amedê bê eşkerekirin weke “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat diyarkirin.