Hiqûqnas: Ji bo belgekirina sûcên Tirkiyeyê pêwîstî bi hevgirtinê heye

Hiqûqnasan destnîşan kir ku ji bo belgekirina sûcên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêl artêşa dewleta Tirk a dagirker ve, pêşkêşkirina wan sûcan ji dadgehên navneteweyî û aliyên têkildar re ku Tirkiye li ser sûcên xwe hesab bide û êriş werin bidawîkirin, pêwîstî bi hevgirtinê heye.

Hiqûqnas: Ji bo belgekirina sûcên Tirkiyeyê pêwîstî bi hevgirtinê heye
31 cotmeh, 2024   06:10
MINBIC
MIHEMED XELÎL

Di qada hiqûqî de girîngiyeke zêdetir ji bo fikra hesabpirsîna dewleta Tirk a dagirker heye, nexasim piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna sûcan li dijî şêniyan. Girêdayî wê, hiqûqnasên Minbicê destnîşan kir ku ji bo belgekirina sûcan û pêşkêşkirina wan ji aliyên têkildar re, pêwîstî bi hevgirtinê heye.

Di vê çarçoveyê de Casim El Hisên got: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê hemû qanûnên navneteweyî û peymanên mafên mirovan bin pê dikin."

El Hisên diyar kir ku ji bo şandina sûcan ji aliyên têkildar û dadgeha sûcan a navneteweyî re pêwîstî bi hevgirtinê heye, da ku dewleta Tirk li ser sûcên xwe hesab bibe û êriş werin bidawîkirin.

Mazin Betran jî diyar kir ku di qanûna navneteweyî de hin valahî hene û hin dewlet weke dewleta Tirk a dagirker van valahiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcan pêk tîne.

Betran destnîşan kir ku pêwistiya dadgeha edaletê û ya cînayatê yên navneteweyî bi protokolên taybet hey û divê xelkê Sûriyeyê ji bo pêşkêşkirina van giliyan ji dadgeha sûcan a navneteweyî re hevgirtî be.

Ji aliyekî din ve jî Fuad Mensûr axivî û got: “Em bi rêya çavkanî û dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin hewl didin sûcên li dijî herêmê belge bikin. Em bang dikin ku komîteyeke navneteweyî ji bo şopandin û belgekirina sûcên artêşa Tirk a dagirker were avakirin."

Di 24’ê Îlona 2022’yan de zêdetirî 50 parêzerên ji Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor û kantona Cizîrê li bajarê Kobanê civiyan û di wê civînê de komîteyeke hiqûqî ji bo belgekirina sûcên li dijî welatiyên Sûriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezirandin.

Lê tevî pêşkêşkirina gelek giliyan, dîsa jî îradeya siyasî ya navneteweyî li pêşiya pratîkkirina biryarên dadgehê bûye astengî.

(mh/fr)

ANHA