Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku nêzî 4 mîlyar metredam ji ava Gola Bendava Firatê kêm bûye û rêjeya wê bi 6 metreyan bi jêrî rêjeya herî kêm ketiye. Rêveberiyê hişyarî da, eger metreyek din kêm bibe wê xebata bendavê raweste.

Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste
Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste
Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste
Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste
Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste
Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste
Hişyarî; Eger ava Gola Firatê metreyekê kêm bibe wê xebata bendavê raweste
29 nîsan, 2025   22:07
TEBQA

Ji ber kêmkirina rêjeya avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û derketina Bendava Tişrînê ji xizmetê ya ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Gola Bendava Firatê rûbirûyî krîzekê ye.

Pisporan diyar kir ku rewşa avê li Bendava Firatê xerabtir bûye, nexasim piştî zêdebûna metirsiya qutbûna kehrebeyê, rawestîna çandiniyê û derketina nexweşiyên ji ber ava sekinî ya di golekan de.

Rêveberê Rêveberiya Bendavan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Ubêd ji ajansa me re got: "Ji ber berdana avê ji aliyê Tirkiyeyê ve û derketina Bendava Tişrînê ji xizmetê, rêjeya avê li Gola Bendava Tişrînê pir kêm bûye."

Rêveberiyê got asta ava ku niha tê berdan 250 metredam di çirkeyekê de ye, lê li gorî peymana navneteweyî ya di sala 1987'an de, divê 500 metredam di çirkeyekê de ji bo xaka Sûriyeyê were berdan.

Ji ber kêmkirina rêjeya berdana avê, nêzî 4 mîlyar metredam, ji eslê 14 milyar metredam a asayî ya avê ji gola bendavê kêm bûye. Her wiha rêjeya avê jî bi 6 metreyan bi jêrî rêjeya herî kêm (304 metre li gorî rûyê deryayê) daketiye.

Ubêd diyar kir ku li gorî rêjeyên heyî, bendav di metirsiyeke mezin de ye û got: "Eger metreyeke din ji rêjeya avê kêm bibe, bendav wê raweste. Di encamê de jî wê kehrebe li herêmên ku kehrebeya xwe ji bendavê werdigirin, qut bibe."

Der barê tedbîrgirtinê de Ubêd got wan saetên berdana kehrebeyê kêm kiriye, niha ji saet 11'ê sibehê heta 11'ê êvarê kehrebeyê didin xetên xizmetguzarî û ji 2'yê nîvro heta 11'ê êvarê didin xetên sivîl.

Ubêd anî ziman ku rêjeya avê ya ku niha ji bo xaka Sûriyeyê tê berdan 250 metredam di çirkeyekê de ye, lê belê ew ne temamî ye,  ji ber ku nêzî 80 metredam dibe hilm û nêzî 70 metredam tûrbînên Xefse û Babîrî dikişîne, ku ava vexwarinê û avdanê ji bo bajarê Helebê re peyda bikin.

Li kêlek wê jî, ji bo kenala avdanê ya Belîx 80 metredam tên veqetandin û rojane zêdetirî 350 metredam ji bo xaka Iraqê tê derbaskirin. Bi wê re depokirina stratejîk ya golê tê windakirin û rojane rêjeya avê di navbera 5 heta 6 cm de dibe.

TÊKILDARÎ KARESATÊN TENDURISTÎ Û JÎNGEHÎ HIŞYARÎ

Ubêd di dawiya axaftina xwe de got: "Eger rewş wiha bidome, ne tenê wê bandor li kehrebê bibe, her wiha wê zirar bigihîje tenduristiya welatiyan, jîngeh û jêderên qûta wan jî."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îsal rêjeya barîna baranê li Sûriyeyê kêm bû û vê jî bandoreke rasterast li çandinî û sewalvaniyê kir.

(mh/fr)

ANHA