Gelo têkoşîna ji bo aştiyê digihêje dawiyê? – Rauf KARAKOÇAN

Gelo têkoşîna ji bo aştiyê digihêje dawiyê? – Rauf KARAKOÇAN
30 nîsan, 2025   07:50

Ji Îmraliyê îradeyeke çareseriyê derket lê bersiveke têrker jê re nehatiye dayîn. Lewma jî her ku dem derbas dibe guman zêde dibin. Em di wê baweriyê de ne ku ji desthilata AKP'ê re xweşbîniyeke zêde heye û ji hedê xwe zêdetir tolerans jê re hatiye dayîn.

Piştî serdanên malbatê û heyeta DEM Partiyê yên li Îmraliyê, hevdîtinên bi partiyên siyasî re ku bi serokê meclisê re dest pê kirin, pêşwazîkirina heyeta Îmraliyê ji aliyê Erdogan ve û hevdîtinên bi wezîrê edaletê re, daxuyanî hatin dayîn lê di wan daxuyaniyan de bi tenê hêvî hene. Gavên pratîk nayên avêtin û qanûnên nû nayên çêkirin, ev yek jî fikaran çêdike.

Dewlet taktîka eqlekirinê û ya şopandin û dûre jî qefaltina reqîbê xwe dimeşîne. Ew atmosfera erênî ku bi gotinên Devlet Bahçelî yên têkildarî pirsgirêka Kurd û Îmraliyê çêbûbû, êdî xumamî dibe.

Heta niha ji aliyê dewletê ve bi awayekî li gorî cidiyeta bandorên çekdanîna PKK'ê û belavbûna rêxistinê yên li ser Tirkiye û herêmê, nêzîkatiyek çênebûye. Berevajî wê, gelek hewldanên xitimandina pêvajoyê hene. Qeyûm, operasyonên li dijî Şaredariya Stenbolê, pêlên destgîrkirin û girtinê, dikarin wek peyamên ji bo pêvajoya Îmraliyê ya dewletê bên nirxandin.

Di pêvajoya çareseriyê ya berê de yek ji kesayetên girîng ên AKP'ê Beşîr Atalay bû. Her çend ji aliyê AKP'ê ve hatibe berterefkirin jî, bi şêweyê xwe yê ku hêvî diafirand, aliyê Kurd di nava bendewariyê de dihişt û PKK gelekî mijûl dikir, performanseke baş nîşan dabû. Di vê pêvajoyê de ‘Beşîr Atalay’ek jî nîn e. Bi ser de jî uzlûba kesên ku di nava raya giştî de diaxivin, gotinên ne li gorî zimanê pêvajoyê û çêkirina reşbîniyê hene.

Wezîrê parastinê Yaşar Guler gelekî komiktir dibe û daxuyaniyeke ev çend bêrêz dide û dibêje "Em ê piştre ji wan re bêjin ka dê çekên xwe deynin ku derê." Nezanî û çorsiya rayedaran gelekî zêde ye.

Divê bê pirsîn ka 'dewleta norman' bi rastî jî di vê pêvajoyê de li ku ye. Em qala wê tiştê dikin ku jê re dibêjin 'aqilê dewletê'. Lê qet xuya jî nake. Yaî xuya ye li gorî rêgezên heyî, bi rê û rêbazên qanûnî xebatek nayê kirin. Em vê hema hema her roj ji operasyonên berbangê fêm dikin. Taktîka ji Kurdan re gizêr û ji muxalîfan re ço, dimeşînin. Tevî ku ne zêde zelal e ev taktîk dê bigihêje ku derê, lê texmînkirina wê jî ne zehmet e.

Devlet Bahçelî wekî ku ‘dewleta norman’ temsîl dike xuya dike û hem li defê hem jî li zirneyê dixe. Bi vî awayî meşîna wî ya bi desthilatê re jî sînorekî xwe yê bê qebûlkirin heye. Anku Îmraliyê jî, PKK’ê jî û bendewariya di nava civakê de jî sînorekî xwe heye. Heke dewlet ketibe nava hesabên wekî eglekirinê, qezenckirina demê, bikaranîna ji bo hilbijartinan û hwd, wê demê kar û bar ne li rê ne.

Heke dê şer bisekine, çek bên danîn, rêxistin dê xwe fesih bike, çima dewlet gavekê naavêje? Kî pêşî li vê digire? Astengî bi xwe çi ye? Heta niha tu îzahata vê yekê jî nîn e. Çi qas pirsên bêbersiv zêde bibin, îhtîmala sabotekirina pêvajoyê zêde dibe. Lê divê kiryarên pratîk ên rojane yên desthilatê jixwe wekî kiryarên sabotekirinê ne.

Heke niyeta dewletê hebe ku helwesta xwe ya li hemberî aştiyê li gorî guhertinên siyasî û leşkerî yên bandorê li hevsengiyên herêmî dike biguherîne, ev pêvajo nikare bê domandin. Vegera li dubareya xirab a dema borî, dê bibe sedem ku her kes pir zêdetir zirar bike.

Hewes û bendewariyên ku keran bi guh dikin, sabotekirina dînamîkên aştiyê û sabotekirina pêvajoyê, dibe ku bi kêrî gelek aliyan were, lê tu carî feydeyê nade Tirkiyeyê.

Divê ji niha ve were zanîn ku eger atmosfera nermbûyî ku di meha Cotmehê de dest pê kir (meclis vedibe), leq bibe, wê ne li gorî berjewendiya kesî be. Meh derbas bûn. Bendemayîna bi sebir a heta hefteya destpêkê ya meha Gulanê, dê were wê wateyê ku dema dirêjkirina pêvajoyê jî êdî diqede. Niyeta dewletê çi dibe bila bibe, ne zehmet e ku mirov texmîn bike ku pêngava pratîk a li gorî ruhê pêvajoyê nayê avêtin û niyet jî ne baş e.

Dema pirsgirêk tê ber destê dewletê, li wir tê girêdan. Avaniyeke ew çend bêeman heye ku dikare damarê aort ê hewldanên aştiyê bidirîne. Divê were bibîrxistin ku windabûna hêviyên aştiyê, pêvajoyeke zehmet û biêş dê ji bo her kesî çêke.

Rewşa heyî ji bo Tifaqa Cumhur a desthilatdar jî derbas dibe. Neteweperestî û olperestî mîna şaxên dareke jehrî li hev aliyane dawî li birêvebirina Tirkiyeyê tînin. Gotinên Mumtazer Turkone yên di rojevê de jî di vê çarçoveyê de ne. AKP-MHP an dê li dewleta norman vegerin an jî bi berdêleke çawa be êdî, dê rê li ber jihevveqetînê veke.

AKP pişta xwe dide MHP'ê û hewl dide li ser desthilatê bimîne û MHP jî bi sûdwergirtina ji derfetên desthilatdariyê cih ji xwe re vedike. Ev ji bo demekê lihevkirineke pêwîst bû. Heke bi feraseteke rêveberiyê ya dûrî rêgezên xwe qels bibin, dê ev bibe sedema lêgerînên nû.

Pêvajoya bi Îmraliyê re dest pê kiriye, divê bi aqilane û bi awayekî çêker bê domandin û serkeftî bibe. Nexwe ew dê bi xwe jî di bin wan kavilan de bimînin ku bi destê xwe çêkirine.