Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 48 ji mazotê hatiye belavkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêjeya mazotê ya ku li welatiyan hatiye belavkirin ji sedî 48 derbas kiriye. Hemwextî wê jî mekanîzmên çavdêriyê li proseya belavkirinê û xebatên peydakirina pêdiviyên didomin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 48 ji mazotê hatiye belavkirin
5 cotmeh, 2025   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Xalid diyar kir ku di vê mehê de 465 hezar û 535 malbat mazota germkirinê wergirtine.

Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî di 15’ê Hezîrana 2025’an de dest bi belavkirina mazotê li ser malbatên li kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Xalid destnîşan kir ku rêjeya belavkirina mazotê germkirinê gihîştiye ji sedî 48 û got ku belavkirin tê plankirin ku heta dawiya Çileya bê bi dawî bibe, her çend di rewşa awarte de dibe ku guhertin di bernameyê de werin kirin.

Para her malbatekê ji mazot 300 lître ye, malbatên şehîdan jî 210 lîtreyên din ên mazotê werdigirin.

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê destnîşan kir ku di belavkirina mazota germkirinê de hin zehmetî hene, bi taybetî nebûna belgeyan ji bo hejmara malbatan. Û got ku mekanîzmayek ji bo çareserkirina rewşên daneyên winda hatiye danîn, û ji bo malbatên ku statuya wan neqeydkirî ye prosedurek taybetî hatiye pejirandin û ji bo hemî beşên sotemeniyê yên li kantonan hatiye belavkirin.

(mh)