Hikumeta demkî xwe nade ber çareseriya pirsgirêka avê ya Hesekê

Pirsgirêka avê ya Hesekê didomê û ji bo stasyona Elok bixebite û pirsgirêk çareser bibe hikumeta demkî ya Sûriyeyê tu gav neavêtine.

Hikumeta demkî xwe nade ber çareseriya pirsgirêka avê ya Hesekê
13 adar, 2026   03:45
HESEKÊ
HENAR IBRAHÎM

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê hîna krîza avê nehatiye çareserkirin. Stasyona Elok bi salan e sekinandine yan jî bi qismî dixebite. Di vê rewşê de zêdetirî milyonek kes li Hesekê û gundewarên wê bê av dimînin.

Pirsgirêka avê ya Hesekê çavkaniya xwe ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serekaniyê digirê. 9`ê Kanûnê sala 2019`an dewleta Tirk û çeteyên wê stasyona Elok bombebaran kir. Dema bajarê Serekaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, av bi temamî li ser Hesekê û gundewarên wê qut bû.

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi rêya xwediyên tankên avê bi bihabûneke bilind pêdiviya xwe ya avê pêk tînin. Her wiha hewl dan ku bîran bikolin û pirsgirêkên avê çareser bikin. Ava bîran bi giştî şor e û gelek kils tê de heye.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo xebitandina stasyonê tu gav neavêtine û pirsgirêka avê ya Hesekê çareser nakin.

Li gorî agahiyên gihaştine ajansa me, saziyên avê yên li Serêkaniyê heyanî vê kêliyê ji bo xebitandina stasyona Elok tu gav neavêtine.

Li gorî berpirsên Şaredariya Hesekê dewleta Tirk û çeteyên wê digot Rêveberiya Xweser elektrîkê bernade heyanî ku ew bikarin stasyona Elok bixebitînin. Niha hemû bendav di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne û êdî nikarin hinceteke wisa deynin.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehemd, nûnerên UNICEF`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî pirsgirêka avê ya Hesekê çend caran civiyan. Parêzgar Nûredîn Ehmed di çarçoveya lihevkirina 29`ê Çileyê balê dikişîne ser girîngiya xebitandina stasyona Elokê. Der barê pirsgirêka avê ya Hesekê de hîna tu gav nehatine avêtin.

ANHA