Bi dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hat kirin

Bi dronên xwekujî 2 caran hewl hat dayîn ku êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê bê kirin, lê her du dron hatin xistin.

Bi dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hat kirin
12 adar, 2026   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji saetên îro êvarê ve 2 caran hewl hatiye dayîn ku êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê bê kirin lê her du êriş hatin şikandin. Hate zanîn Baregeha Victoria ya li nav balafirgehê rasterast hatiye hedefgirtin.

Rojnewsˊê diyar kir ku her du êriş bi rêya dronên kamîkazê hatine kirin, lê berî ku bigihin armanca xwe hatine xistin.

Li beramberî van êrişan, îro danê êvarê balafirên şer ên Amerîkayê li sînorê bajarê Bexdayê, Baregeha Seqer bombebaran kir. Di nav baregehê de Tûgayên 14’mîn ên Tabûrên Seyîd Şuheda û Tugayên 6’emîn yên Tabûrên Cund Îmam Minzûriye yên Heşd Şeebî cih digirin.