Salek di ser ragihandina ‘Danezana Destûrî’ re derbas bû

Piştî rejîma Baasê li Sûriyeyê hilweşiya, hêviyên gelê Sûriyeyê yên sîstemeke demokratîk zêde bûn. Dagirkerî, sîstema partîperest û neteweperest bi dawî dibû. Lê hikumeta demkî ya Heyet Tehrîr El Şam 13`ê Adarê 2025`an "Danezaneke Destûrî” mîna destûrê rejîma Baas û berevajî hedefên şoreşa Sûriyeyê ye ragihand.

Salek di ser ragihandina ‘Danezana Destûrî’ re derbas bû
13 adar, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Sûriyeyê ji dagirkeriya Fransayê rizgar bû, partiya Baas dawî li jiyana siyasî ya Sûriyeyê anî. Neteweperestî li ser hemû netewe û pêkhateyên Sûriyeyê ferz kir. Di pêşveçunên dawîn ê Bihara Erebî gelê Sûriyeyê li hemberî rejîma Baas dest bi serhildanê kir. 

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê sîstema dewleta neteweyî ya yekreng şopand. Hebûna pirrengiya siyasî, neteweyî û mezhebî înkar kir. 13`ê Adarê 2025`an destûr ragihand. Destûrê hikumeta demkî ragihand berdewamkirina destûrê rejîma Baas bû ku bi salan zilm li gelan kir û hebûna wan înkar kir. Çavdêran anî ziman ku destûrê wan ji yê rejîma Baas hîn zêdetir neyînî ye. Ji ber rejîma Baas a berê hinek bendên destûr nexistibûn pratîkê de û tenê li ser kaxezê hatibûn nivîsandin.

HEBÛNA OLÊN DÎTIR ÎNKAR DIKIN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê di destûrê ku ragihandî teqlîda gelek madeyên di destûrê berê yê 2012`an de hatibûn nivîsandin, dike. Mînak di destûrê de dibêjin olê serokê Komarê Islam e û dê destûrê dewletê li ser bingehê olê Islamê werin dayîn. Qedexe dikin ku hemwelatî bibin serokê Komarê. Ev yek jî li dijî pirrengiya olî û mezhebî ya li Sûriyeyê heye. Her wiha dibe sedema cudahî têxin navbera civakê de. Li gorî mezhebên hemwelatiyan nêzî wan dibin, ev yek li dijî rêgeza hemwelatiyê ye û wê di navbera hemwelatiyan de cudahî çêbibe. Her wiha di destûrê de madeya (dewlet rêz dide hemû olan û bi şertê rejîma giştî neyê paşguhkirin, hemû ol dikarin merasîmên xwe yên olî azad pêk bînin), destûr dide rayedarên dewletê di bin navê parastina rejîma giştî de baweriyên dîtir sînordar bike yan jî biperçiqînê. Di siberojê de jî wê parçebuyîna civakî zêdetir bibe û li Sûriyeyê pevçûnên olî û mezhembî kûrtir bibin.

Di encama mezhebperestiyê de wê zimanê nefretê û provokosyon zêdetir bibin. Welatiyên Sûriyeyê yên ol û mezhebên wan cuda ye dê bibin hedefa alîgirên vê hikumetê.

DI DESTÛRÊ DE TENÊ ZIMANEK HEYE

Di destûrê rejîma Baasê ya 2012`an û destûrê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ku berî salekê ragihandiye, tenê zimanê erebî zimanê dewletê yê fermî ye. Li beramberî vê yekê cudakariya di navbera netewe û pêkhateyên dîtir ên Sûriyeyê de zêdetir dibe û pêkhateyan ji mafên wan yên welatîbûnê mehrûm dikin. Bi vê madeyê re derfet didin rayedarên dewletê ku li saziyên dewletê yên perwerde û fêrkirinê û yên îdarî zimanên dîtir qedexe bikin. Gelê Kurd yek ji neteweyên Sûriyeyê ye ku rejîma Baas zimanê wan înkar kiriye û destûr nedaye bi zimanê xwe baxivin. Ev cudakariya di navbera pêkhateyan de dibe ku bigihêjê asta derfetên pêkhateyên Sûriyeyê yên xwendinê û kar sînordar bibin. Destûr nedin di aliyê dîplomasî û siyasî de li ser asta navneteweyî nûnertiya xwe bikin.

Her wiha di madeya 32’yemîn de rayeyeke mezin didin serokkomar. Ji ber serokê Komarê Fermandarê Giştî yê artêşê û hêzên çekdarî ye. Di madeyê de rayeya serokomar nehatiye zelal kirin û dibe ku ev yek berbi desthilatiyeke mezin ve biçe. Aliyê leşkerî û siyasî ve bê ku zagon werin dayîn serokkomar dikare biryar bide.

Di destûra 2012`an de hinek bend hatibûn danîn ku karê Dadgeha Destûra Bilind diyar bike. Divê Dadgeha Destûra Bilind qanûn û merasîmên zagonsaz bişopînê û nêrîna xwe bide. Her wiha Dadgeha Destûra Bilind hilbijartinên serokkomariyê bişopînê û mekanîzmeyên rêveçuyîna hilbijartinan birêxistin bikin. Eger Serokê Komarê îxanetê bike dikarin wî dadgeh bikin.

Rejîma Baasê Dadgeha Destûra Bilind di pratîkê de pêk neanî û niha hikumeta demkî bi temamî ji destûra 2025`an derxistiye. Tenê hatiye nivîsandin ku serokkomar dikare endamên Dadgeha Destûrî diyar bike. Dadgeh ketiye bin desthilata rêveberan û rola xwe ya şopandinê winda kiriye.

Di madeya 50`yan a destûra 2025`an de raye dane serokkomar eger ji sêyan duyê Meclisa Gel razî be, ew dikare destûrê biguherînê. Di siberojê de rayeyên serokkomar zêde dibin û bi biryareke hundirîn bêyî ku vegerin gel, dikarin pêvajoya veguhêz dirêj bikin.

PEYVA ‘DEMOKRASÎ’ DI DESTÛRÊ DE NÎN E

Sîstema Esed ne demokratîk bû lê di hinek bendên destûrê de hatibû nivîsandin ku Sûriye dewleteke demokratîk e. Di destûrê hikumeta demkî de têgeha demokrasî nehatiye bikaranîn. Desthilata nû gelekî olperest e û hemû tiştên sîstema demokratîk red dike.

PARÇEKIRINA HIKUMETÊ

Di destûrê 2012`an madeya 118`an hatibû nivîsandin ku meclisa wezaretan heye û serokê meclisa wezaretan ku serokkomar diyer dike, meclisê birêve dibe. Ev meclis kar û barên dewletê û saziyan dişopîne. Di rejîma Baasê de rola serokwezîr tune bû û hemû raye ya serokkomar bû.

RAYEYA MECLISA GEL NÎN E

Di destûrê nû de raye dane serokkomar ku endamên hikumetê, endamên Meclisa Ewlehiya Neteweyî û endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind diyar bike. Her wiha ji du siyan ji endamên Meclisa Gel diyar bike. Destûr nade ku parlemanê nûnertiya îradeya civakên Sûriyeyê bike, hebe.

Her wiha serokê pêvajoya veguhêz dikare destwerdana iqtîdara zagonsaz bike. Yetkî didin serokkomar ku zagon rabike Meclisa Gel û di dengên Meclisa Gel ji box we bide bikar anîn.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê hîna Meclisa Gel çalak nekiriye û di aliyê zagonsazî de valahî çêbûye. Dewlet jî sûd ji vê yekê werdigire û têkildarî her tiştî bi xwe biryar dide. Derfet dane îqtîdara rêveber û dadwerî ku erkên îqtîdara zagonsazî bikin.

EV DESTÛR DEMKÎ YE YAN WÊ DIRÊJ BIKE?

Di madeya 39 rayeyeke mezin dane serokkomar ku destwerdana Meclisa Gel bike. Ew dikare zagonan pêşniyar bike û piştî erêkirina meclisê bike biryar. Her wiha serokkomar rayeya wî heye ku qanûnan bicemidînê û ew qanûn nayên erêkirin heyanî ku ji sêyan duyê endamên Meclisa Gel erê bikin.

Di destûra 2012`an de rayeya Meclisa Gel zêdetir bû. Li gorî madeya 74’an a destûrê 2012`an endamên Meclisa Gel dikarin zagonan pêşniyar bikin, wezîran lêpirsîn bikin, qanûnan erê bikin, mûçeya giştî diyar bikin, peymanên navneteweyî erê bikin û efûya giştî derxin.

Li gorî destûra hikumeta demkî ya 13`ê Adarê 2025’an rayeya Meclisa Gel hemû di destê serokkomar de ye. Desthilatdarî hemû dikeve destê serokkomar û bi tu awayî serokkomar nayê şopandin. Pêkhateyên Sûriyeyê ji çand, ziman û mafên xwe yên siyasî têne mehrûm kirin. Li dijî sîstema demokratîk a pirrengî û nenavendî ne. Bi vê destûrê re wê Sûriyeyê ber bi hikumeteke zêdetir zalim û desthilatdar ve biçe.

ANHA