Li Şamê krîza gazê kûrtir bûye

Li bajarên ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve tên birêvebirin şênî ji bo bidestxistina tûpeke gazê bi seaetan di dorê de desekinin û gelek caran destvala vedigerin. Lê hikumet îdia dike ku krîzên sotemeniyê li welat tune ye.

Li Şamê krîza gazê kûrtir bûye
5 adar, 2026   06:25
ŞAM

Li bajarên mezin ên Sûriyeyê, bi taybet li paytext Şamê bi sedan xelkê bi saetên dirêj di dorê de disekinin li benda ku gazê yan mazotê bistînin.

Li gorî komîteyên taxan ên li taxa Meza ya Şamê, şênî ji saet 07.00 sibehê ve bi saetan di rêz dibin da ku tûpeke gazê bistînin.

Endamekî komîteya taxê destnîşan kir ku komîteyên belavkirinê, destpêkê mazot û gazê li xizm, heval û kesên ku bi hikumeta demkî ve girêdayî ne belav dikin.

Pîrejina bi navê Hesîna Tewfîq bi bîr xist ku dema rejîma berê tûpên gaz û mazot bi rêya "kartek jîr" dihatin belavkirin û got, "Her çendî belavkirina gazê dereng dima jî, lê me ev dîmen û rêza mirovan bi salan e nedîtine. "

Hesîna diyar kir ku ew 4 saetan di dorê de sekiniye da ku tûpeke gazê bi destbixe û destnîşan kir ku endamên komîteyê û nûnerê parêzgehê li gorî kêfa xwe tûpên gazê belav dikin, hin kes tên karta xwe nîşan didin û gaza distînin û diçin, hinên din jî bi saetan li bendê man û dest vala vegeriyan.

Cemîl Îbrahîm jî ku karmendekî teqaûdbûyî ye destnîşan kir ku ew ji bo bidestxistina tûpeke gazê 2 caran erebeyan ji malê heya cihê belavkirinê kirê dike, lê dawiyê jî destvala vedigire û got: "Ez kal im, ez çawa bê gaz bijîm? Saetên dayîna kêm bûne jî kêm bûne . Her 5 saetan saetek tenê tê û buhayê wê jî zêde bûye."

Li gorî şêniyan, sedema kombûna li ser dora standina gaz, mazot û  benzînê ew e ku awayên rêveberin û belavkirinê ji hêla komîteyên hikumetê ve şaş in û ji aliyê din ve jî bazirganiya sotemeniyê zêde bûye, buhayê tûpeke gazê li bazara reş gihîştiye 500 hezar lîreyan, lê bihayê wê yê fermî 122 hezar lîre ye.

Tevî vê rewşa xirab û krîza dijwar, Wezareta Enerjiyê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê îdia dike ku li Sûriyeyê krîzên benzîn, mazot û gazê tune ne.

(k)

ANHA