Rêveberiya Kobanê li Çelebiyê nuqteyên hevbeş şopandin

Rêveberiya bajarê Kobanê li bajarê Çelebiyê yê başûrê rojhilatê Kobanê nuqteyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hêzên hikumeta demkî şopandin.

Rêveberiya Kobanê li Çelebiyê nuqteyên hevbeş şopandin
Rêveberiya Kobanê li Çelebiyê nuqteyên hevbeş şopandin
Rêveberiya Kobanê li Çelebiyê nuqteyên hevbeş şopandin
Rêveberiya Kobanê li Çelebiyê nuqteyên hevbeş şopandin
4 adar, 2026   19:40
KOBANÊ

Di çarçoveya şopandina bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê de, Rêveberiya Kobanê nuqteyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li bajarê Çelebiyê şopandin. 

Li ser navê Rêveberiya Kobanê Ferhan Hec Îsa axivî. Hec Îsa bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê Sûriyeyê, rewşa endamên li wan nuqteyan pirsî.

Ferhan Hec Îsa diyar kir ku Sûriye ya tevahî Sûriyeyiyan bi Kurd, Erebî, Asûr, Xiristiyan, Durzî, Ewleî û Sunneyan e û got: "Ev pirrengî bedewbûna Sûriyeyê ye. Em dibêjin êdî bes e ji şer û xîtabên nefretê re. Dest bi dest em welatê xwe ava bikin. Ev welatê me ye ne ya ajandeyên derve ye."

Di carçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê de li derdora Kobanê nuqteyên ewlehiyê yên hevbeş hatin dayîn.

(fr)

ANHA