Yekitiya Suryan hevserokatiya xwe hilbijart

Yekitiya Suryan di kongreya xwe ya 4`emîn de ku li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin hevserokatiya xwe ya nû hilbijart.

Yekitiya Suryan hevserokatiya xwe hilbijart
3 adar, 2024   21:01
QAMIŞLO

Yekitiya Suryan kongreya xwe ya 4`an bi dirûşma "Yekitiya gelê me misogeriya bicihanîna mafên me yên neteweyî ye û lihevkirina di navbera sûriyeyiyan de misogeriya pêkanîna çareseriyeke adil û daîm e" li hola Zana ya Qamişloyê li dar xist. 50 delege tev li kongreyê bûn. 

Her wiha endamên meclisên şaxê yên partiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên wê yên li derveyî welêt bi rêya înternetê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desteyên wê, endamên partiyên siyasî yên kurdî û erebî, tevger û rêxistinên ciwanan û rûspiyên herêmê tev li kongreyê bûn.

Hevseorkatiya partiyê Nazîre Gewriye û Senherîb Bersûm bi zimanê erebî û suryanî axivîn û bixêrhatina beşdaran kir. Dûre bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di civînê de, peymanên pîrozkirinê yên ku partî û rêxistinên sivîl û civakî  şandine, hatin xwendin. Dûre pêkhateya suryan-asur-keldan govend pêşand.

Dûre kongre li pêşiya dezgehên çapemeniyê girît berdewam kir.

Her wiha piştî nîqaşkirina rêziknameya partiyê, Şamîran Denho û Senharîb Bersûm ji bo hevserokatiya partiyê hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA