Hewldanên ji bo bidawîkirina binpêkirinên bihayên ampêr û wesayîtan

Çavkaniyên ji Saziya Sotemeniyê diyar kir ku wan bihayê mazot û benzînê yê ji bo xizmeta gel bilind nekirine, dê ji bo binpêkirinên di mijara wesayîtan de serjimarî bê çêkirin. Her wiha dê Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo diyarkirina bihayê ampêran bi xwediyên jeneretoran re bicive.

Hewldanên ji bo bidawîkirina binpêkirinên bihayên ampêr û wesayîtan
29 nîsan, 2026   08:05
QAMIŞLO

Piştî Peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de, bi awayek fermî di 2’yê Sibatê de entegrasyonê dest pê kir. Yek ji saziyên hatine entegrekirin jî ya sotemeniyê ye. Piştî vê yekê hikumeta demkî bihayê someteniyê bilind kir. 

Berê li bazara serbest lîtreya mazotê 5 hezar û 650 lîreyê Sûriyeyê bû, piştî bilindkirinê gihaşt 9 hezar û 750 lîreyî.

Lê Rêveberiya Xweser bihayê mazot û benzîna xizmetguzariyê bilind nekir. Ev mazot û benzîn ji bo wesayîtên nava bajaran, yên di navbera bajaran de, jeneretorên ampêran û firinan tên dayîn. Lîtreya benzînê 425 lîre û lîtreya mazotê jî 125 lîre ye.

Li gel ku bihayê mazot û benzîna xizmetguzariyê bilind nebûye jî, ajokarên wesayîtên veguhastina hundirê bajaran û derveyî bajaran bihayê rêwîtiyê bilind kiriye. Her wiha xwediyên jeneratoran jî bihayên ampêran bilind kirine.

Li Qamişloyê li piraniya taxan serê rêwiyekî 2 hezar lîre bû û niha li hinek xetan bûye 3 hezar. Li van xetên ku biha hatine bilindkirin, ajokaran bêyî biryareke fermî bilind kirine.

Ji bo ampêrên xizmetguzariyê ampêrek bi 13 hezar lîre hatiye diyarkirin, lê li gelek taxan xwediyên jeneretoran ampêrê ji 15 hezar LS û zêdetir distînin. Tevî ku pêwîstiya mazotê jê re hatiye veqetandin.

Her wiha gelek ajokarên xetên di navbera bajaran de jî bihayê rêwîtiyê bilind kirine. Lê hejmareke diyar tune ye, ji ber ku her kes li gorî xwe bilind dike.

Çavkaniyekî ji Saziya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku wan bi tu şêweyî bihayê mazot û benzînê yê xizmetguzariyê bilind nekiriye. Tenê di bazara serbest de bilind kirine. Dema ajokar û xwediyên jeneratoran biha bilind dikin, ev dibe binpêkirin.

Her wiha çavkanî da zanîn ku ji ber tevliheviya di vê dawiyê de çêbûn, gelek binpêkirin di mijara hejmara wesayîtên çûn û hatinê de jî pêk hatine. Niha hejmareke diyar a wesayîtan tune ye, ji ber ku gelek kes benzîn û mazotê digirin lê wesayîtê bi kar naynin.

Piştî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê (6-29 Çiley), li herêmê di her alî de tevliheviyek derket. Gelek kesan ji ber êrişên li Reqa, Heleb, Tebqa û Dêrazorê berê xwe da Rojava. Gelek kes ji wan jî xwedî wesayîtan in, ew jî pelikên xwe yên mazot û benzîna xizmetgurzariyê bi kar tînin.

Roja 27’ê Nîsanê Saziya Sotemeniyê ji bo jiholêrakirina van binpêkirinan serjimêriya ajokarên li herêmê da destpêkirin. Dê ev li tevahî herêma Cizîrê pêk bê.

Dîsa li gorî çavkaniyekê ji Şaredariya Gel a Qamişloyê dê 29’ê Nîsanê civînek bi xwediyên jeneratoran re bê çêkirin û dê hem ji jeneratorên girêdayî Rêveberiya Xweser re, hem jî jeneretorên tîcarî re (ku mazotê ji bazara serbest dikirin), nirxê ampêran bê diyarkirin.

(bî)

ANHA