Weqfeya Jinan a Iraqê banga domandina berxwedanê li jinên sûriyeyî kir

Cîgira seroka Weqfeya Jinan a Iraqê Suheyla El Esem destnîşan kir ku jinên sûriyeyî di hawirdoreke tijî binpêkirin de li ber xwe didin û ji wan xwest têkoşîna mafên xwe bidomînin û ji bo diyarkirina siberoja xwe bixebitin.

Weqfeya Jinan a Iraqê banga domandina berxwedanê li jinên sûriyeyî kir
29 nîsan, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Cîgira seroka Weqfeya Jinan a Iraqê Suheyla El Esem têkildarî rewşa jinên sûriyeyî û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû mane, ji ajansa me re axivî. 

Suheyla El Esem diyar kir ku li gel tevliheviyên siyasî, ewlehî û aborî yên li herêmê rewşa jinên sûriyeyî pir aloz e û got: “Jinên sûriyeyî di navbera du rewşan de ne: li aliyekî hebûna jinan di civaka sivîl de zêde dibe û hewl didin ku beşdarî avakirina aştiyê bibin. Li aliyekî din jî di hawîrdorek de dijîn tijî binpêkirin û paşgunkirin de dijîn ku ewlehî û siyasî ne aram e. Em dikarin rewşa jinên sûriyeyî bi nazik lê berxwedêr pênase bikin. Ji ber ku jin hewl didin tevî şert û mercên dijwar jî berdewam bikin."

PIRSGIRÊKÊN LI PÊŞBERÎ JINÊN SÛRIYEYÎ

Suheyla El Esem der barê pirsgirêkên li pêşberî jinan de diyar kir ku pirsgirêka herî sereke tundî, binpêkirin, kuştin, tevandina, tundiya zayendî, lawaziya beşdariya siyasî, kêmbûna temsîla jinan di sazî û biryardanê de.

Her wiha got: "Rewşa ewlehiyê ne aram e, pevçûn û aloziyên mezhebî dewam dikin, xizanî û koçberiyê jî barên jinên sûriyeyî zêde kiriye. Li aliyekî din jî bi taybetî di mijarên mîrat, milk û kar de, cudakariya qanûnî û civakî heye ku pêşketina jinan asteng dike."

BANDORA MERCÊN HEYÎ LI SER JIYANA JINÊN SÛRIYEYÎ

Suheylayê îşaret bi vê yekê kir ku mercên heyî bandoreke kûr li ser jiyana jinan kiriye û da zanîn ku van mercan barên jinan wekî, sermiyan, dayik û rizgarbûya ji pevçûnan giran kirine, di heman demê de zextên dirûnî yên ji ber tundî û nearamiyê çêbûne, zêde kirine.

Suheyla El Esem bi bîr xist ku li hin herêmên derfetên fêrbûn û kar ji bo jinan paşketiye, bi îdiaya parastinê jî rêjeya zewaca di temenê biçûk de bilind bûye û got: "Jin stûnên malbatê ne, lê bêyî parastina têrker in."

Suheylayê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku pêdiviya jinên sûriyeyî bi ewlehî, parastina qanûnî ya çalakî, desteka borî û dabînkirina derfetên kar heye, her wiha piştgiriya wan bi desteka projeyên biçûk, dîsa jî piştevaniya dirûnî û civakî, beşdariya wan bi awayekî rasteqîn di biryardanê, fêrbûn û perwerdeyên domdar hene."

HEVGIRTINA JINAN

Suheyla El Esem girîngiya hevgirtina jinan vegot û anî ziman ku hevgirtina jinan ne vebijêrek w, lê pêdiviyek e û got: “Hevgirtin dê torên piştevanî û parastinê peyda bike. Ev yek jî dê hêza civakî ya daxwazkirina mafên xwe xurt bike, pevguhertina ezmûnan û berxwedanê hêsan bike. Hevgirtin dê ji hewldanên dûrxistin û paşguhkirinê re bibe bersiv. Hevgirtina jinan yek ji amûrên berxwedana jinan a li hemberî krîzan e.”

Der barê çareseriyan de Suheylayê diyar kir ku gava herî girîng divê were avêtin mîsogerkirina beşdariya rastîn a jinan di pêvajoya siyasî û biryardanê de ye, ji ber ku bêyî beşdarbûna jinan li ser maseyê, çi di nivîsandina destûrê de, çi di derxistina qanûnan de, çi jî di ji nû ve avakirina welat de, tu guhertineke domdar nayê bidestxistin.

Cîgira seroka Weqfeya Jinan a Iraqê Suheyla El Esem di dawiya axaftina xwe de wiha xîtabî jinên sûriyeyî kir: “Tevî êş û şert û mercên dijwar, we îsbat kir ku dikarin berxwedan û guhertinê bikin. Dev ji dengê xwe, mafê xwe yê jiyaneke birûmet û ewle bernedin. Hêza we di yekitiya we û daxwazên we yên ji bo mafên we û avakirina pêşeroja we de ye.”

Weqfeya Jinan a Iraqê di sala 1952'yan de bi navê Weqfeya Parastina Mafên Jinan a Iraqê hate damezirandin. Piştre navê xwe kir Weqfeya Jinan a Iraqê. Weqfe, yek ji rêxistinên jinan ên herî kevn û navdar e li Iraqê ku ji bo mafên jinan, wekhevî, perwerde û beşdariya civakî û siyasî dixebite.

(bb)

ANHA