Trump: Îranê ji me re got ew di rewşeke hilweşînê de ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump got Îranê ji Washingtonê re gotiye ku ew di rewşek hilweşînê de ye û dixwaze ku Amerîka Tengava Hurmuzê di zûtirîn dem de veke.

Trump: Îranê ji me re got ew di rewşeke hilweşînê de ye
28 nîsan, 2026   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku Îranê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re gotiye ku ew di rewşeke hilweşînê de ye û dixwaze ku Amerîka Tengava Hurmuzê di zûtirîn dem de veke.

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand: "Îranê tenê ji me re got ku ew di 'rewşek hilweşînê' de ye. Ew dixwazin ku em 'Tengava Hurmuzê' di zûtirîn dem de vekin."

Ev daxuyaniya Îranê piştî ku Trump nerazîbûna xwe li hember pêşniyara nû ya Îranê ya ku vê dawiyê ji bo bidawîkirina şer pêşkêş kir, hat kirin.

Berpirsên agahdar diyar kir ku ne mimkûn e ku serokê Amerîkayê wê qebûl bike da ku şerê ku di 28ˊê Sibatê de derket bi dawî bike.

(fr)