Hejmara kuştiyên şerê Hemas-Îsraîlê gihîşt 10 hezarî

Di şerê Hemas û Îsraîlê de ku 23 roj in nêzî 10 hezar filistînî û îsraîlê hatine kuştin.

Hejmara kuştiyên şerê Hemas-Îsraîlê gihîşt 10 hezarî
30 cotmeh, 2023   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama topbaranên Îsraîlê li Xezayê de 8 hezar û 306 kes hatine kuştin.

Berdevkê wezaretê diyar kir ku di nava kesên hatine kuştin de 3 hezar û 457 zarok in û 21 hezar kes jî birîndar bûne.

Li aliyekî din jî Îsraîlê jî ragihand ku ji destpêka şer de hezar û 538 kes îsraîlî hatine kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari duh di civîneke çapemeniyê de diyar kiribû ku hejmara leşkerên ji destpêka şer de hatine kuştin 311 ne û îsraîliyên li Xezayê hatine girtin 239 e.

(fr)