Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Xelkê bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşek li dar xist û got ew xwediyên vê xakê ne û êrişên Tirkiyeyê wan natirsînin.

Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê tecrîd û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
30 cotmeh, 2023   16:11
MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û Meclisa gundên bajarokê Ebû Qelqel li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist.

Meş ji pêş meclisê ber bi Nivîsgeha Mala Jin a bajêr ve dest pê kir.

Piştî meş vegerî mîtîngê endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Berkel axivî û bal kişand ser sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker li Tirkiyeyê û derveyê wî.

Emîne girîngî da têkoşîna li dijî wan siyaset û kiryarên dewleta Tirk û got pêdiviya qonaxê bi xebat, hewldan û têkoşîna li ser fikra Bêrîtan, Zîlan û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê heye.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Xeta Ebû Qelqel Hacer El Elî axivî û wiha got: "Bila dîrok şahîd be em xwediyên vê xakê ne û êrişên dewleta Tirk a dagirker me natirsînin."

Hacer wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji 25 salan ve tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Dewleta Tirk li hember kesên azadiyê dixwazin û hewl didin bendên desthilatiyê bişikînin van dan û standinan dike."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA