Di teqîna erebeyê de gelek leşkerên Şamê birîndar bûn

Li gundewarê Derayê di dema derbasbûna erebeyeke hêzên hikumeta Şamê de mayîn teqiya. Di encamê de gelek leşkerên Şamê birîndar bûn.

Di teqîna erebeyê de gelek leşkerên Şamê birîndar bûn
30 cotmeh, 2023   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera ′Dera 24′, mayîna ku kesên nenas li ser rêya Şam-Dera li nêzî bajarokê Muhece bi cih kiribû di dema dema erebeyeke hêzên hikumeta Şamê de teqiya. 

Li gorî malperê di encama teqîna erebeyê de gelek leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn û rakirine nexweşxaneyê. Piştî bûyerê hêzên Şamê li cihê erebe teqiyaye seferber bûn.

(fr)